Di kolaneke bajarê Dirbêsiyê de Apê Idrîs Biro karê xwe bi azwerî û mereq didomîne. Beriya 28 salan koşkarî (solbendî) dikir û heta niha karê xwe didomîne. Apê Idrîs bûye sembola jêhatîbûnê û bîrdanka zindî ya dîroka bajêr. Apê Idrîs li gundê Qermanî yê bajarê Dirbêsiyê jidayîk bûye. Piştî ku sala 1997’an leşkeriya neçarî ya hikumeta Şamê xilas kir, li bajarê Zirganê dest bi koşkariyê kir. Li wir fêrî vê pîşeyê dibe.
Sala 1998’an apê Idrîs mala xwe dibe bajarê Dirbêsiyê. Li wir gelek dikanên kirêkirî guhertin lê dawiyê dikanek kirrî û êdî li her dera bajêr tê naskirin. Apê Idrîs di wê baweriyê de ye ku pêwîstiya koşkariyê bi sebrê û hostatiyê heye. Van her du hêmanan hişt ku têkiliyeke xurt bi xelkê bajêr re ava bike. Destpêkê bi amûrên sivik dest bi karê xwe kir dûre hêdî hêdî amûrên pêşketî kirîn. Apê Idrîs diyar kir ku wî xwe fêr kiriye çawa van amûrên bi kar bîne û sererast bike, ji bo ku pirsgirêkan nebûna parçeyên van amûran li herêmê çareser bike. Li herêmê parçeyên amûrên ku apê Idrîs bi kar tîne, tune ne, ji ber wê ji bo peydakirina wan ji herêmên din zehmetiyan dikişîne. Ev barê wî yê rojane girantri dike lê dîsa jî bi coş û hezkirin pîşeya xwe wek beşeke nasnameya xwe didomîne.
Apê Idrîs car caran dihêle kurê wî di dikanê de bixebite, ji bo ku fêrî vê pîşeyê bibe. Apê Idrîs der barê pîşeya xwe got:"Mirov li her tiştî bi erênî binêre, ew kar bi ser dikeve. Hezkirin û hostatî, xêrê ji xwediyê wê re tîne. Kar mîna rêwîtiyê ye ku sebir gereke heta ku mirov bigihêje dawiyê."
ANHA/CAN ILÊWÎ/HESEKÊ