Rêxistina Sara ji bo jinan têdikoşe
Şemî 23 Mijdar 2024 - 02:05
Li dij şîdeta li ser jinan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan xebatên xwe dimeşîne. Rêxistina Sara bi rêya 5 komîteyan; adalet, têkilî, ragihandin û arşîv, malî û şopandina kar û tundiyê, xwe, bi rêxistin kiriye.
Bi Şoreşa 19'ê Tîrmehê re li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinan ji bo parastina maf û têkoşîna dijî tundiyê gelek sazî, dezgeh û rêxistin ava kirine. Yek ji wan rêxistinên civakî Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan e ku di 1'ê Tîrmeha 2013'an de ji aliyê komeke mamosteyên jin ve li Qamişloyê hate avakirin.
Rêxistina Sara bi armanca parastina mafên jinan di aliyê aborî, siyasî, civakî, qanûnî, hwd û bi taybetî têkoşîna li dijî cureyên tundiya li ser jin û zarokan de, xebatan dimeşîne. Rêxistina Sara di çareserkirina pirsgirêkan de Qanûna Malbatê esas digre. Li hember tundî, tecawiz, pirjinî û zewaca di temên biçûk de bi awayekî çalak dixebite.
Rêxistina Sara bi rêya 5 komîteyan; adalet, têkilî, ragihandin û arşîv, malî û şopandina kar û tundiyê, xwe, bi rêxistin kiriye.
Komîteya Adaletê; hewl dide pirsgirêkan di çarçoveya qanûna malbatê de çareser bike û yên nayên çareserkirin ji dozgeriyê re dişîne. Ji vê komîteyê nûnerek di Meclisa Adaleta Jinan de cih digre û mafên jinan di dadgehê de diparêzê.
Komîteya Têkiliyan; di navbera deste û rêxistinên girêdayî jinan ên li derve û hundirê herêmê de koordîndeyê ava dike.
Navendên Rêxistina Sara li kantona Efrîn û Şehbayê, Sirîn, Kobanê, Qamişlo, Hesekê û Helebê hene. Li kampên Waşûkanî, Roj û Serêkaniyê jî nivîsgehên wê hene. Li van navendan 119 jin dixebitin. Jinên ku tundî li wan hatibûn kirin û xwe spartibûn Rêxistina Sara, niha ji bo parastina wan xebat tên kirin.
Rêxistina Sara ji bo jinan têdikoşe
Têkildarî kar û xebatên rêxistinê endama rêveber a Rêxistina Sara Arzû Temo, axivî.
Arzû Temo anî ziman ku rêxistina wan ji bo xurtkirina têkoşîna jinan û parastinê bi her awayî dixebitê û got: “Rêxistina Sara bi armanca parastina mafên jinan, pişgtriya madî û manewî û li dijî her cure tundiyê dixebite. Ji bo guhertina hişmendiya paşverû jî têdikoşê. Der barê sûcan û rêxisitinkirina civakê de gelek çalakiyên me çê dibin. Bi taybetî di 25'ê Mijdarê û 8 Aadarê de kampanyayên me zêdetirîn dibin. Wekî aliyekî parastina jinan nûnerên me di dadgehan de jî amade dibin. Li gorî Hevpeymana Civakî û biryara Meclisa Qanûnsaz a hejmar 11ˈan, Rêxistina Sara û rêxistinên din ên mîna wê heye ku di sûcên li dijî jinan de, wek aliyekî bingehîn a dozê dikarin di dadê de cih bigirin."
Arzû Temo diyar kir ku hedefa wan e ku xwe bigîhînin hemû jinên li herêmê.
ANHA / NAVENDA NÛÇEYAN