Aştî muzakere û bandorên wê

Pêncşem 30 Cotmeh 2025 - 03:50

Pêvajoya aşitiyê ya di sala 2016’an de di navbera hikûmeta Kolombiyayê û gerîlayên FARC’ê de destpê kiriye, di heman demê de edaleta civakî û pêkevejiyana civakê jî kirin armanca xwe. Lê belê ev pêvajoya dirêj û aloz, bi hin zehmetî û rageşiyên siyasî re jî rû bi rû ma. Pisporê Pêvajoya Aşitiyê û Zanista Siyasî Prof. Alejo Vargas Velasquez têkildarî pêvajoya aştiyê ji ANF’ê re axivî. Prof. Alejo Vargas Velasquez di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya aştiyê ya li Kolombiyayê û got:’’Axaftina têkildarî qonaxên pêvajoyê ne tiştekî hêsan e, ji ber ku ev ne mijareke rêzkirî ye. Gelek guherîn û veguherînê hene. Tevî ku bi ser peymana di navbera hikûmeta Juan Manuel Santos û FARC-EP’ê de hatî îmzekirin de neh sal derbas bûne jî rewş gelekî tevlîhev e. Aktorê muxalîf ê çekdar ELN ku aktorê herî girîng e, hê jî li gel hikûmeta heyî muzakereyek nekiriye û hikûmeta heyî jî hewl dide ku bi gelek aktoran re diyalogê bike.’’

Divê pêvajo gav bi gav bimeşe

Prof. Alejo Vargas Velasquez piştre bal kişand ser pêvajoya çareseriyê ya di navbera dewleta Tirk û Tevgera Azadiya Kurd de û got: ‘’Gelek tecrûbeyên girîng ên pêvajoya Kolombiyayê hene. Hebûna rojeveke şênber a ji aliyê her du aliyan ve hatiye pêkanîn, gelekî girîng e. Her wiha tevlîbûna muzakerevanên sereke jî gelekî girîng e. Û hebûna çavdêrên navneteweyî jî gelekî girîng e. Divê ev çavdêr bi biryar bin û zextê li her du aliyan bikin. Ji ber ku ev hewcehiyek e. Rola civakê jî girîng e. Lê belê divê qîmeta vê yekê were zanîn. Ji ber ku dibe ku piştî xalekê ji kontrolê derkeve û pirsgirêk rû bidin. Girêdayî vê yekê divê beşdariya civakî bi awayekî rêkûpêk were organîzekirin û kontrolkirin. Mijara edaletê jî, gelekîgirîng e. Ji ber vê yekê ji mînaka Kolombiyayê gelekî dersên girîng ên ku werin derxistin hene. Rewşa Serokê Partiya Karkerên Kurdistanê Abdullah Ocalan jî dişibe rewşa her du serokên li Kolombiyayê ku ew jî di girtîgehê de bûn. A rastî zêdetirî çar salan bi wan re li girtîgehê hevdîtin hatin kirin. Helbet ew ne weke Ocalan serokên pilebilind bûn; di rêveberiya neteweyî de bûn. Asta wan a serokatiyê ne bi qasî ya Abdullah Ocalan bû. Yekem tişta ku hatî kirin, li girtîgehê dabînkirina şert û mercên gelekî baş bûn. Her wiha bi serokên din ên derve re kanalên ragihandinê hatin avakirin. Bi min dewleta Tirk wê hemû caran xwebêçekkirina tam daxwaz bike; lê belê ev hêmaneke ku di plansaziya pêvajoyê de cih digire. Bi awayekî eşkere ev encam e ne destpêk e. Dema ku kontrola agirbestê û lihevkirin baş hatin birêvebirin û pêvajo pêş ket, wê xwebêçekkirina tam jî pêk were. Lê belê ev nayê wê wateyê ku wê roja ewil çek werin teslîmkirin; divê pêvajo gav bi gav were avakirin. Ev ji bo her du aliyan jî dabînkirina baweriyê ye û ev yek di gelek pêvajoyan de tê sepandin. Di pêvajoya La Havanayê de ev yek çêbû; lê belê weke min anî ziman, carna rageşî rû didin. Weke encam dikarim bibêjim ku divê girtîbûna serokekî serhildêr weke astengiyeke ku neyê derbaskirin neyê dîtin. Divê şert û merc werin sererastkirin û serokê muxatab tim û tim bi serokên derve û hevalên xwe re bikeve têkiliyê; bi vî awayî dikare biryarên têkildarî tevahiya rêxistinê werin standin.’’

ANF/SERKAN DEMÎREL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.