Guhertina zagonan pêwîst e

Pêncşem 30 Cotmeh 2025 - 03:30

Hevserokê Şaxa OHD'ê ya Amedê Muhîttîn Mûgûç biryara vekişîna Hêzên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê nirxandin û got:"Guhertina zagonan pêwîst e."

Tevgera Azadiya Kurdistanê di çarçoveya biryarên 12'emîn Kongreya PKK'ê de dest bi vekişîna hêzên xwe kir. Rêveberiya Tevgera Azadiya Kurdistanê li Qendîlê di 26'ê Cotmehê de bi tevlêbûna 25 gerîlayan daxuyanî da çapemeniyê û bir vekişînê aşkere kir. Hevserokê OHD'ê Muhîttîn Mûguç û Berdevkê Meclisa Ekolojiyê ya Amedê Sabrî Kiliç derbarê pêvajoyê û paşvekişandinê ve axivîn.

Hevserokê Şaxa Komaleya Huqûqnasên Ji Bo Azadîyê (OHD) ya Amedê Muhîttîn Mûgûç da zanîn ku Tevgera Azadiya Kurdistanê xwe fesix kir û rêxistina xwe ya çekdarî bi dawî kir piştre jî heza xwe vekişand. Avêtina van gavan ji bo gelê Kurd, Tirk û Rojhilata Navîn pir girîn bûn û di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Di serî de divê gavên şênber bên avêtin. Yek ji wan jî çêkirina qanûn û rêziknameyan e. Heya ku zagon neyên guhertin, hêza Tevgera Azadiya Kurdistanê nikarin bên Tirkiyeyê. Divê rê û rêbazên wê bên diyarkirin. Di hiquqa Tirkiyeyê de ji bo gavavêtin û çareseriyê qanûnek tuneye. Zagonên Tirkiyeyê qels û teng dimîne. Zagon neyên guhertin wê paşvekişandina Tevgera Azadiya Kurdistanê derkeve vala û civata demokratîk nayê avakirin.”

AW /AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.