Li Sûriyeyê krîza avê giran dibe!
Çarşem 22 Cotmeh 2025 - 03:05
Sekretera Kampanya Avê ya Hesekê Gulistan Îsa li ser pirsgirêka avê ya li Hesekê axivî û got, dewlet avê weke amûreke şer û sermayeyê bi kar tîne, lewma li herêmê dibe sedema krîzeke cidî.
Weke li seranserê cîhanê, li Rojhilat Navîn jî krîza avê gihîştiye asteke cidî. Li herêmê ku şer lê diqewime, sûcên giran ên mirovahiyê têne kirin. Netewe dewlet bi taybetî xurek û avê li ser gelan weke amûreke ambargoyê bi kar tînin.
Krîza avê ku li gelek welatan heye, bandoreke neyînî li jiyana mirovan dike. Ev rewş li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi şênberî tê dîtin. Ji ber ambargoiya ku Tirkiyeyê daniye ser çemê Firatê, ava paqij bi destê gelê herêmê nakeve û bi salan e ji ber çeteyan nikare ava ji bîrê jî werbigire.
Sekretera Kampanya Avê ya Hesekê Gulistan Îsa anî ziman ku pirsgirêka wan pirsgirêkeke polîtîk e û bang kir ku ev pirsgirêk li tevahiya cîhanê bê bihîstin û çareserî jê re bê peydakirin.
Gulistan Îsa ku beşdarî Forûma Avê ya Mezopotamyayê ya duyemîn bû, bal kişand ser krîza giran a avê ya li bakurê Sûriyeyê û destnîşan kir ku av êdî ne weke mafekî mirovî lê weke amûreke gefxwarinê li dijî sivîlan tê bikaranîn. Gulistan Îsa got, "Av mafê gelan hemûyan, mafê miletan hemûyan e. Lê belê îro mixabin li Sûriyeyê wergirtina ava paqij gelekî zehmet bûye."
Gulistan Îsa ragihand ku ji ber qutkirina avê û êrîşên li ser stasyonên avê karê şaredariyan giran bûye û gel jî ji bo karibe ava paqij bi dest bixe neçar maye koç bike. Gulistan Îsa got, "Rewşa aboriyê ya gel gelekî nebaş e, derfetê xwe nîne ku gava paqij bikire. Ji ber vê jî mirov ya ava gemarî vedixwin ya jî malên xwe diterikînin. Nêzî çar sal in milyonek mirovên li Hesekê li hemberî nebûna avê têdikoşin."
ANF/AMED/GULISTAN ÎSA