‘Zanîn hunera azadiyê ye’

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 27 Mijdar 2024 - 00:40

Fakulteya Endezyariya Çandiniyê ya Zanîngeha Rojava û Komeleya Keziyên Kesk destpêkirina projeya lêkolîneke çandiniyê bi navê "Zanîn hunera azadiyê ye" ragihand.

Çalakiya ragihandina projeyê bi beşdariya xwendekarên Zanîngeha Rojava û pisporên jîngeh û çandiniyê, li avahiya zanîngehê ya li Qamişloyê hate lidarxistin.

Di çarçoveya projeya lêkolînê de wê cureyên daran li wekî Dêrik, Qamişlo, Hesekê, Reqa û Kobanê werin çandin û di pêvajoya 3 salan de wê ji aliyê xwendekarên Fakulteya Endezyariya Çandiniyê ve li ser wan daran lêkolîn bêne kirin. Di qonaxên pêş de wê cureyên daran ên herî bihêz li gelek deverên herêmê bêne çandin. Her wiha wê akademîsyenên ji derveyî Sûriyeyê jî beşdarî lêkolînan bibin.

QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.