Çarenûsa Rojhilata Navîn û Cîhanê
În 29 Mijdar 2024 - 03:00
- Li gelek bajar û herêmên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê salvegera 46'emîn a damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi coşeke mezin hat pîrozkirin.
Li gelek herêmên Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi tevlîbûna hezaran kesî, bi pîrozbahiyên rengawreng, salvegera 46’an PKK’ê, bi coşeke mezin hate pîroz kirin.
HELEB
Meclisa Malbatên Şehîdan û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li hola Efrîn a taxa Şêxmeqsûd şahiyek li dar xist. Di şahiyê de endam û nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl, komîn, meclis, hêzên leşkerî, rûspî û şêniyên taxên Şêxemeqsûd û Eşrefiyê beşdar bûn. Di şahiyê de rêvebera Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Avaşîn Heleb salvegera damezirandina PKK'ê li gelê Kurd, hevalên wî û Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir. Avaşîn Heleb bal kişand ser berxwedana dîrokî ya gerîlayan. Piştre koma şehîd Vejîn a Tevgera Hîlala Zêrîn, koma Agirî ya Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo û hunermend Baran stranên gelêrî û şoreşgerî pêşkêş kirin. Koma Stêrkên Efrînê jî govendên folklorî pêşkêş kirin. Şahî bi gerandina govendan bi dawî bû.
DÊRIK
Li bajarê Dêrikê li qada Navenda Ciwanên Şoreşger a Şehîd Bawer şahiyek hat organîzekirin. Di serî de endamê PYD'ê Mehmûd Kalî destnîşan kir ku damezirandina PKK'ê damezirandina jiyana azad a gelan e. Mehmûd Kalî diyar kir ku ev roj jiyana hevbeş û biratiya gelan nîşan dide. Piştre koma şehîd Zîlan, koma şehîd Avaşîn, koma şehîd Elefteriya û hunermend Sîpan Xelat stranên gelêrî û şoreşgerî pêşkêş kirin.
Şahî bi gerandina govendan bi dawî bû.
GIRKÊ LEGÊ
Li yarîgeha Rimêlanê şahiyeke bi heman wesîleyê hat lidarxistin. Di serî de endama PYD'ê Ayhan Murad got: "Ne ji vê partiyê bûya em îro tune bûn. Vê partiyê em fêrî têkoşîn û berxwedana ji bo azadiyê kirin." Piştre koma şehîd Alîna, koma şehîd Xebat, koma Serhildan û koma Endelîb El Firat stranên şoreşgerî pêşkêş kirin. Şahî bi gerandina govendan bi dawî bû.
AMÛDÊ
Li yarîgeha Şermola ya bajarê Amûdê şahî hat lidarxistin.
Di destpêka şahiyê de endamê PYD'ê Mihemed Seîd Çolî damezirandina PKK'ê pîroz kir û li esr qonaxa damezrandina partiyê û qonaxên berxwedanê axivî. Nûnera Desteya Malbatên Şehîdan a bajarê Amûdê Cewahir Osman soza domandina berxwedanê li ser şopa şehîdan nû kir. Piştre koma Serdem, koma şehîd Delîla, koma şehîd Reyhan, koma şehîd Agirî û hunermend Îbocan stran pêşkêş kirin. Şahî bi gerandina govendan bi dawî bû.
ÇILAXA
Komîteya Rêveberiya Dibistanan a bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê bi wesîleya salvegera 46ˋemîn a damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) şahiyek li hola navend çand û hunerê ya bajêr li dar xist. Di şahiyê de xelkê bajarê Çilaxa, bajarokên wê, malbatên şehîdan, rûspiyên eşîrên Ereb û Kurd, endamên saziyên sivîl û xizmetguzarî yên li bajêr, endamên Kongra Star, endamên meclisa bajêr, ciwanên şoreşger û jinên ciwan beşdar bûn. Di şahiyê de endamê rêxistina PYD’ê Salih Sefo, Rêvebera Komîteya Jinan a Rêveberiya Dibistanan Nezhet Seyfedîn rojbûna partiyê li ser Rêber Abdullah Ocalan, malbatên şehîdan, gerîla, welatparêzan û gelên cîhanê pîroz kir. Di dawiyê de stran, şano, helbet û dîlan hatin pêşkêşkirin.
TIRBESPIYÊ
Di heman çarçoveyê de pêkhateyên Tibespiyê li hola Roj a bajêr şahiyek li dar xist. Di destpêka şahiyê de li dengê Rêber Abdullah Ocalan ê der barê damezrandina PKKˋê, qonaxên têkoşînê de hat guhdarkirin. Dûre rêveber Meclisa Malbatên Şehîdan Ziyor Elî axivî û got: "Damezrandina PKKˋê ji bo gelê Kurd û gelên bindest vejînek e." Di dawiyê de komên cûdî û Hîlala Zêrîn stran pêşkêş kirin, her wiha hunermend Tariq ê ji bajarê Til Hemîsê stran pêşkêş kirin.
KOBANÊ
Şêniyên Kobanê ji bo pîrozkirina salvegera 46'an a damezrandina PKK'ê li Qada Şehîd Egîd a li Kobanê li hev civiyan. Di destpêkirina şahiyê de Koma Çand û Hunerê û Hîlala Zêrîn Strana 'Vaye PKK rabû' got. Piştre ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hate girtin û endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Mihemed Mihemed axivî. Mihemed Mihemed diyar kir ku ew ê bi hemû hêza xwe dawî li dagirkeriyê bînin.
Endama Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Apo Eyşe Efendî jî got, wezîfa vî gelî parastina nirxan e, şopandina rêya şehîdan e. Dûre jî ji aliyê Navenda Çand û Hunerê û Hîlala Zêrîn her wiha mêvanên beşdar ji çand û Hunera Tebqa hunermend Şadî û ji Awazên YPG Aycan Kobanê stranên şoreşgerî hatin gotin û dîlan hate gerandin.
DIRBÊSIYÊ
Li Dirbêsjiyê li hola Îvan şahî bi beşdarbûna sazî û endamên saziyan hat organîzekirin. Di şahiyê de rêvebera Kongra Star a kantona Cizîrê Berçem Botan axivî û salvegera PKKˋê pîroz kir.
Her wiha koma Agirî yê Navenda Çand û Hunerê ya Amûdê bi beşdariya hunermend Hojîn Hêrez û hunermend Danîş Botan stran pêşkêş kirin. Di şahiyê de keç û xortek soza tevlêbûna li nava gerîla da û got ew ê li ser şopa şehîdan û fikra Rêber Abdullah Ocalan bimeşin.
HESEKÊ
Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê û endamên saziyên sivîl, tev li şahiyê bûn ku li Parka 4`ê Nîsanê hate lidarxistin. Li parkê wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û alên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hatin daliqandin. Endamê Meclisa Bajar a Hesekê Sabrî Efrîn di şahiyê de axivî û ev bone, li Rêber Abdullah Ocalan, malbatên şehîdan, gelê Kurd û gelên herêmê pîroz kir. Dûre Koma Botan, Koma Sakîna, hunermend Sumeye Mihemed û Talib El Ehmed stran gotin. Di dawiya şahiyê de, beşdaran govend gerand.
NAVENDA NÛÇEYAN