Qeyûm talan e berxwedan jiyan e

Duşem 2 Kanûn 2024 - 02:15

Di 29’ê Mijdarê de li Şaredariya Miksê ya Wanê ji aliyê qeyûm ve hate desteser kirin. Nobeta li dijî qeyûm li pêşiya şaredariyê hatiye destpêkirin di roja 3’an de dewam kir. Girseya ku Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Mahmût Dîndar, hevserokên bajar û navçeyan, hevşaredar, endamên meclisa şaredariyê, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û welatî jî di nav de, bi boneya protestokirina qeyûm bi dirûşma “Qeyûm talan e berxwedan jiyan e" meş lidarxist. Meş, ji pêşiya Rêxistina DEM Partiyê ya Miksê heta pêşiya şaredariyê dewam kir.

Li dîroka me baş binêrin

Hevşaredarê Miksê Ayvaz Hazir piştî meşê axivî û got:“Heke îktîdara AKP’ê bifikire ku wê bi tayînkirina qeyûman, bi girtina hevalên me re me bêzar bike, bila baş li dîroka me binêre. Dîroka me, dîroka berxwedanê ye. Em ê teqez paşvegavê neavêjin. Ew ê berxwedana me bidome.” Hevşaredara Miksê Nebahat Benek jî got:“Em ê vê derê vala nehêlin. Em ê îradeya gel radestî kesên hatine tayînkirin nekin. Em ê têbikoşin. Xelkê Miksê wê xwedî li îradeya xwe derkeve.” 

Dest ji vî mêjî yî berdin

Parlamenter Mahmût Dîndar jî got:“Gelê me, hevalên me hilbijart. Tevî bêhiqûqtiyê jî nekarîn bi ser kevin. Ji ber ku gel dizaniya ew diz in. Ew ê veguherin partiya tabelayê û nekarin bikevin hilbijartinê. Gelê kurd wê bi derewên wan nexape. Tavilê dev ji vî mejiyî berdin.”  

Hevseroka DEM Partiyê ya Bajar Gulşen Kurt jî got:“Ma AKP’ê di nava van 22 salan de ji bilî bêkariyê, komkujiyên jinan, talankirina xwezayê û dewlemendkirina alîgirên xwe ji bo vî welatî çi kiriye? Hûn jî rewşa Miksê dibînin rê tune ye, av tune ye, tu tiştek tune ye. Piştre jî dest danin ser îradeya gel. Dev ji van polîtîkayan berdin. Her cara gelê me destê aştiyê dirêj dike hûn gelê kurd tune dihesibînin û zilmê lê dikin. Ev gel wê xwedî li îradeya xwe dekeve.” Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Nobet, bi serdana didome. 

MA/WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.