Rewşa dawî ya li Sûriyeyê
Duşem 2 Kanûn 2024 - 02:45
SOHRˋê diyar kir ku çeteyên "Heyet Tehrîr El Şam" gelek herêmên gundewarê Hemayê xistin bin kontrola xwe.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku hêzên Şamê ji bajarê Hemayê vekişiyan. Lê di raporên dawîn de hat gotin ku hêzên Şamê venekişiyane. Li Idlibê jî, çeteyan ragihand ku bajarê Meret Numan û Xan Şêxon xistine bin kontrola xwe. SOHRˋê destnîşan kir ku hêzên Şamê ji bajarê Hemayê vekişiyane û anî ziman ku karwanên leşkerî yên artêşa Sûriyeyê ji Hemayê ber bi Humsê ve vekişiyane. SOHRˋê diyar kir ku çeteyan di saetên borî de 16 gundên Hemayê xistine bin kontrola xwe. HPCˋê 3 çeteyên ku hewl da bikevin taxa Şêxmeqsûdê girtin. Li gorî agahiyan, di çarçoveya xweparastinê de, Hêzên Parastina Cewherî (HPC) 3 çeteyên ku hewl da bikevin taxê girtin. Ev yek piştî ku çeteyên "Heyet Tehrîr El Şam" gelek taxên bajarê Helebê kontrol kirin, pêk hat.
Komkara Erebî têkildarî geşedanên li Sûriyeyê, êrişên çeteyên Heyet Tehrîr El Şam ên li ser Heleb û gundewarê Hemayê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin:"Komkara Dewletên Erebî bi dilgiranî geşedanên meydanî yên li Sûriyeyê dişopîne û teqez dike ku divê rêz li yekitî, serwerî û silametiya erdên Komkara Erebî ya Sûriyeyê bê girtin."
Hate zanîn ku hêzên hikumeta Şamê sewqiyateke leşkerî ya mezin şand bajarê Hemayê. Sewqiyat li derdora bajar û Cebel Zên El Abidîn ê aliyê bakurê bajêr bi cih bûye.
Çeteyên Cebhet El Nûsra hin bajar û bajarokên gundewarên bakurê Hemayê, di nav de Helfaya, Morik, Letamine, Keferzêta, Kelha Medîq, Kefer Nebûza, Soran û Merdibis kontrol kirin.
Balafirên şer ên Rûsyayê hin taxên Helebê û Idlibê bombebaran kirin. Di bombebarana li ser taxa Raûsa ya Helebê û herêma Kirêdiya ya gundewarê Babê yê rojhilatê Babê de 3 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.
NAVENDA NÛÇEYAN