Li Kurdekî cezayê bidarvekirinê
Duşem 2 Kanûn 2024 - 01:35
Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku welatiyek Kurd ê bi navê Mîhrab Ebdula Zade yê 26 salî û xelkê bajarê Urmiyeyê, ji aliyê Dadgeha Urmiyeyê cezayê darvekirinê lê hate birîn. Hate diyarkirin ku bi tohmeta ‘xiyanetê’ ji aliyê dezgeha dadweriya Îranê ve cezayê darvekirinê lê hatiye birîn. Hêjayî gotinêye ku di Îlona 2022’yan de Mîhrab Ebdula Zade di şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hate revandin û ji bo girtîgeha Urmiyê hat veguhestin. Piştî çend mehan êşkence û lêpirsînê, ji bo Girtîgeha Navendî ya Urmiyeyê hat veguhestin.
NAVENDA NÛÇEYAN