Nanê sêlê yê kurdî mîrate, kevneşopiyek û folklora kevnar ku bi nanpêjên nûjen re ji bo zindîbûnê û parastina ji windabûyînê re, têdikoşe. Li Rojavayê Kurdistanê û giştî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Komîteya Aborî ya Kongra Star bi projeyên xwe hewl dide derfetên kar ji bo jinan ava bike û jin hîn bêtir bi çanda xwe ya dîrokî ve girêdayî bimînin û her zindî bihêlin. Projeya 'Waşûkanî' a nanê sêlê ji bo jinên koçber li gundê Til Nesrî yê bajarê Til Temir ê Kantona Cizîrê hatiye vekirin. Bi vê projeyê re hejmara projeyên nanê sêlê ji bo jinan ji aliyê Komîteya Aborî ya Kongra Star ve hatine vekirin û ketine meriyetê, dibe 4. Projeya Waşûkanî sê jinên koçber ji pêkhateyên Kurd û Ereb ku ji ber êrişên dagirkeriyê yê dewleta Tirk ên li ser Serêkaniyê koçber bûne, hembêz dike. Piştî strandina hevîr, yek girikan çêdike ya din li ser textik vedike û ya sêyemîn bi hejandina wê ji destekî heta destê din davêje ser sêlê û wiha nanê sêlê tê pijandin. Emîra Mihêmîd Micris ji Serêkaniyê ya dagirkirî ye, têkildarî projeya ku Komîteya Aborî ya Kongra Star di warê madî û manewî de axivî. Emîra Micris got ku rojane nan lêdixin û li gorî pêwîstiyên koçberên din ew dikarin çi demijmêr be xwestekên wan bicih bînin û wiha dewam kir:’’Bê cûdahî, ji bo şahî, şînan û çi bone hebe, li gorî tê xwestin em nan bi hezkirin çêdikin. Projeyên wiha biçûk her kes dikare pêşengtiya wê bike. Bêguman ev bi alîkariya saziyên pêwindîdar pêkantir dibe. Li şûna rûniştina li mal, mirov dikare ji bo xwe û xizmetkirina derdora xwe bixebite." Emîra Micris bal bire ser hevgirtina netewan di projeyê de û got:"Em hemû zarokên vê axê ne, me bihevre li ser vê axê jiyan kiriye û bi hevre jî dixebitin. Em hemû xwûşkên hev in di vê civakê de, ji bo wê li cem me Kurd û Ereb tine ye em yek in. Em rûniştî bimînin û benda vegerê bin nabe, divê em ji nû ve jiyanekê destpê bikin heta dema vegerê bibe. Daxwaza me dagirkeriya Tirk li ser bajarê me bi dawî bibe û koçber vegerin ser axa xwe."
Emîra Micris di dawiyê de bang li jinan kir ku bihêz bin û ji bo vekirina projeyan bixebitin û bikaribin bêkar nemînin.
NÛJINHA/SORGUL ŞÊXO