Divê parastin were xurt kirin
Duşem 2 Kanûn 2024 - 02:50
- Endama Dîwana Hevserokatiyê ya PYD'ê Foza Yûsif anî ziman ku şerê li Rojhilata Navîn şerê mêtingeran e û got: Yekane rêya rizgariya ji vê kaosê; rêxistinî û amadekariya ji bo şerê gel ê şoreşgerî ye: divê em parastina xwe xurt bikin.
Endama Dîwana Hevserokatiyê ya PYD'ê Foza Yûsif metirsiyên li ser herêmê, bûyerên siyasî û xebatên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên siyasî, dîplomatîk û parastinê nirxand.
Foza Yûsif da xuyakirin ku dewletên hegemon û desthilatdar, navenda şerê cîhanê wek herêma Rojhilata Navîn hilbijartin e, li gorî berjewendiyên xwe dimeşînin û got:“Rojhilata Navîn ev 200 sal in bûye navenda şerên desthilatdarî û berjewendiyan. Di nav herêma Rojhilata Navîn de wek her çar beşên Kurdistanê jî şerekî mezin diqewime. Li Sûriyeyê giştî û bi taybet jî li Rojava ev nêzî 14 sal in şerekî mezin diqewime. Ji bo wê şerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi zanebûn hatiye hilbijartin. Heya di wê herêmê de çareseriyek siyasî, danûstandinên di asta ku berjewendiyên gelê Sûriyeyê bingeh digire neyên kirin, em nikarin qala çareseriyeke domdar bikin. Pirsgirêkên ewlekariyê zêde bûne. Ev şerê ku li Libnanê dimeşe û êrîşên Îsraîlê yên li ser Îranê dide diyarkirin ku wê bandora xwe li ser axa Sûriyeyê jî bike. Rojavayê Kurdistanê jî, di nava agir de cîh digire. Sûriye wek welatên cîran nêzî sînorên Tirkiyê û Iraqê ye. Her du welat jî her tim di milê leşkerî de û di heman demê de jî desthilatiyên ku wan welatan birêve dibin siyasetên xwe yên li hemberî gelê Kurd dûrî rêyên çareseriyê ne. Gefên ku Tirkiye dixwe, êrîşên Îsraîlê yên li ser Îranê li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne, pêwîste em wek gel û tevger ji bo şerê giran xwe amade bikin. Ji ber wê yekê pêwîste ku em parastina xwe xurt bikin.”
Divê herkes xwe weke şervan bibîne
Foza Yûsif bal kişand ser hîma xweparastinê û got:"Wek hêzên me yên ewlehî û parastinê QSD, YPJ û HPC’ê jî, li hemberî êrîşeke gengaz a dagirkeriya Tirk li ser gelên heremê her tim di nava amedekariyê de ne. Raste liv û tevgerek heye, lê pêwîste ev yek bê xurtkirin. Divê gelê me bi giştî piştgiriyê bide zarokên xwe yên ku di çeperên şer de ne. Pêwîste hemû welatiyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimînin xwe weke şervanekî/e azadiyê bibîne û li ser vê bingehê erka xwe pêk bîne, ji ber ku parastina rewa mafekî xwezayî ye. Êdî her welatek xwediyê hêzên parastinê û ewlehiyê ne. Em jî wek pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji şerê li herêma me diqewime ezmûn girt û em dikarin li hemberî her êrîş û tundiya ku li hemberî me tê meşandin xwe biparêzin, ev yek jî bi saya felsefeya Rêber Apo ya yekîtiya gelên bindest e. Ev vîna gelê Rojava çeteyên DAÎŞ'ê şikandin û êrîşên dewleta Tirk a dagirker vala derxistin. Tevger û hêzên me bi şêwazekî pispor li ser ramanên Rêber Apo xwe perwerde dike. Pêwîste civaka me bi ruhê avakirina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê li gel hêzên xwe yên ewlekariyê cih bigirin û xebatên parastinê bimeşînin."
Helwesta Rêveberiyê watedar e
Foza Yûsif di dewama axaftina xwe de got:"Ev şerê ku niha dimeşe, tenê berjewendiyên dewletên dagirker bingeh digire. Lê dema ku şer li herêmê gur bû, em jî di çarçoveya şerê gelê şoreşgerî û parastina civakî de xwe biparêzin û berjewendiyên gelê me ji beriya hemû tiştî ye. Di vê mijarê de wek xebatkar û endamên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê helwesta me zelal e. Metirsiyek wiha jî heye li holê, dewleta Tirk a dagirker hewl dide ku aloziyên herêmê li gorî berjewendîyên xwe bi kar bîne û hewl dide Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê giştî dagir bike û demografiya herêmê biguherîne. Eger ev alozî zêdetir bibin di her alî de wê bandora xwe li ser herêmên rizgarkirî jî bike. Ji ber vê yekê, welatiyên ku li bajarên Sûriyeyê yên di bin desthiladariya Hikûmeta Şamê de cih digire dimînin, wê bixwazin derbasî herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibin. Ji bo ku bandora aloziyan li herêmên me jî nekin pêwîste ku çareseriyekî sîyasî û yekîtiya gelên herêmê pêk were. Helwesta Rêveberiya xweser ji bo çareseriyê gelekî girîng û watedar e. Her carê Rêveberiya Xweser daye xuyakirin ku ji bo çareserî û guftugoyê amade ye. Lê hikûmeta Şamê xwe nêzî wan nîqaşan nake. Em li vir dîsa wê peyamê ji bo aliyên peywendîdar dubare dikim û em wek gelên herêmê pêwîste yekîtiya xwe xurt bikin û li hemberî hemû êrişên siberojê yên ku biqewimin li ber xwe bidin."
ANF/ARGEŞ VIYAN