Komplo li dijî hemû gelan e
Duşem 26 Çile 2026 - 04:00

- Endama Konseya Serokatiyê ya PYD’ê Foza Yûsif bal kişand ser êrîşên li ser Rojava û dorpêça li ser bajarê Kobanî û tekez kir ku banga seferberiyê berdewam dike û divê berxwedan li hemû deveran berdewam bike.
Êrîşên li ser Rojava ji aliyê HTŞ, DAIŞ û çeteyên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin ve berdewam dikin. Di heman demê de, dorpêça li ser bajarê Kobanî roj bi roj dijwartir dibe û krîza mirovî kûrtir dike. Duh QSD'ê ragihand ku bi navbeynkariya navneteweyî bi çeteyên HTŞ'ê re lihevkirinek hatiye kirin da ku agirbest 15 rojan were dirêjkirin. Endama Konseya Serokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif li ser vê mijarê axivî. Foza Yûsif diyar kir ku Kobanî hîn jî di bin dorpêçê de ye û got:"Aliyek ji bajêr di destê çeteyan de ye, aliyê din jî di destê Tirkiyeyê de ye. Ji ber vê yekê, em nikarin pêdiviyên mirovî yên bingehîn û dermanan bişînin wî alîyî. Me heta niha ji rêxistinên navneteweyî re serlêdan kiriye, lê bersivek erênî nehatiye dayîn. Em niha ji bo vekirina korîdorek mirovî dixebitin. Hewldanên me berdewam dikin."
Foza Yûsif her wiha got ku li Kobanî elektrîk, înternet û av hatiye qutkirin û got:"Pêdiviyên elektrîk û avê yên Kobanî ji Bendava Tişrînê hatin dabînkirin. Ji aliyê din ve, ew dixwazin bi qutkirina înternetê pêşî li nûçeyên ji Kobanî bigirin. Ji ber ku Kobanî bandorek navneteweyî li ser gel dike."
Vebijêrka wan leşkerî ye
Derbarê peymana agirbestê de, Foza Yûsif got:"Ew ji bo kêmkirina zexta navneteweyî li ser agirbestê razî dibin. Ji ber vê yekê ew peymana agirbestê kurt dikin. Ew wê wekî amûrek gefê jî bikar tînin. Encama ku ji daxuyaniyên hikûmeta Şamê tê derxistin ev e ku ew dibêjin ku wan agirbest ji bo endamên DAIŞ'ê jî çêkiriye. Ev nîşan dide ku wan dev ji vebijarka leşkerî bernedaye. Ew bi eşkere dibêjin ku wan peymana agirbestê ji bo şandina DAIŞ'ê bo deverên din çêkiriye. Ji ber vê yekê, divê di çalakiyên li Kurdistanê an li her deverê cîhanê de rawestan tune be. Ji ber ku xeterî hîn jî berdewam dike."
Dixwazin DAIŞ’ê bikar bînin
Foza Yûsif, ku derbarê rewşa zindanên ku endamên DAIŞ'ê lê ne de agahî da, got:"Gelek kes ji zindanên DAIŞ'ê reviyane û niha azad in. Ev yek xeterekê diafirîne. Me hêzên koalîsyonê ji giraniya rewşê agahdar kiriye. Lêbelê, helwesta wan a dûrketina ji berpirsiyariyê ye. Wan li Şedadiyê helwesta pêwîst nîşan nedan. Niha ew hewl didin ku endamên DAIŞ'ê veguhezînin cihekî din. Ev nîşan dide ku hêzên koalîsyonê baweriya xwe bi Hikûmeta Şamê naynin. Em nizanin veguhastina endamên DAIŞ'ê ji bo zindanên Iraqê wê çi encamên wê hebin. Lêbelê, em dizanin ku endamên DAIŞ'ê gefek mezin in. DAIŞ hewl dide ku xwe ji nû ve birêxistin bike. Wisa dixuye ku planek heye. Ew dixwazin endamên DAIŞ'ê ji bo pêkanîna vê planê bi kar bînin."
Banga seferberiyê dewam dike
Foza Yûsif destnîşan kir ku gelê Kurdistanê berxwedanek bi rûmet nîşan daye û got:"Banga me ji gelê me re ev e ku tevgera bersivdayîna berxwedana Rojava divê berdewam bike. Em dikarin vê yekê ji bo ciwanên Kurd bibêjin; hîn jî rewşek garantîkirî tune. Banga seferberiyê berdewam dike. Di vê mijarê de divê dudilî an jî hêdîbûn tune be. Hêza ku em pê ve girêdayî ne, gelê me yê welatparêz e, ew kesên ku alîgirê demokrasiyê ne."
Em komploya li dijî gelan pûç bikin
Foza Yûsif diyar kir ku li Rojava şerekî dijwar tê meşandin û got:“Rewşek heye ku gelan li dijî hev derdixin. Divê Kurd, Tirk, Ereb, Suryanî û Ermenî hişyar bin. Hêzên hegemon dixwazin me ji bo berjewendiyên xwe feda bikin. Wan bi Kurdan dest pê kir. Lê heman komplo wê di paşerojê de ji bo Ereb û Tirkan jî were kirin. Ew naxwazin li herêmê aramî çêbibe. Ew naxwazin pergalek demokratîk were avakirin. Ew naxwazin azadiya jinan bilind bibe. Ji ber vê yekê ew bi hovane êrîş dikin. Ev hem qirkirinek fîzîkî ye û hem jî siyasî ye. Divê komên demokratîk ên li çaraliyê cîhanê û gelên herêmê piştgiriyê bidin Kurdan. Ev êrîş li dijî hemû gelan, li dijî paşeroja wan in. Lîstikek mezin diqewime. Armanca vê lîstikê ew e ku me hemûyan tune bike. Mîna pêvajoya 99'an. Ger komployek li dijî Kurdan hatibe kirin û li seranserê herêmê belav bûye, niha komployek nû hatiye destpêkirin. Ji bo pûçkirina vê yekê, divê em bi heman helwestê li ber xwe bidin, dengê xwe bilind bikin û bi hev re têbikoşin da ku em karibin şer rawestînin. Bila em ji encamên her şerekî di navbera gelan de haydar bin û pêşî li wê bigirin."
JINNEWS/DERYA REN







