- Tevgera Hîlala Zêrîn yek ji destkeftiyên şoreşa jinê ye ku bû model ji tevahî cîhanê re. Her wiha Jina afrîner karibû bi rêya çandê xwedî li huner û zimanê xwe derkeve û bibe îlham ji tevahî jinên cîhanê re.
Bi Şoreşa Rojava re, jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi berhemên dîrokî û çandî careke din dîroka xwe zindî kirin. Jinên Rojavayê Kurdistanê bi hemû pêkhateyên xwe careke din çand, huner û nasnameya jinan bi kar û xebatên xwe re vegerînin. Îro Hîlala Zêrîn nasnameya çanda jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Li gelek deran rêxistinbûna xwe ava kiriye û bi beşên hunerê dikarîbû jinan vegerîne çand û xwedawendiyê. Îro bi gelek beşên xwe mohra xwe li dîrokê dide.
Tevgera Hîlala Zêrîn di sala 2015’an de li çiyayên Kurdistanê hatiye avakirin. Her wiha di 2016’an de li Kantona Cizîrê, di 2017’an de li Kantona Şehba-Efrînê û di 2018’an de li bajarê Kobanê hatiye avakirin. Her ku şoreş mezin bû, Hîlala Zêrîn jî xwe berfireh kir û li tevahî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe bi rêxistin kir. Niha li tevahî herêm û Kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî fermî navendên Hîlala Zêrîn hene û di wan navendan de bi dehan kar û xebat tên kirin. Jin di qadên hunerî de bûne xwedî tecrube û gelek ji wan jinan niha cihên xwe di nava govend, koma muzîk, şano, çîrok, helbest, wênexêzî, dengbêjî, pargîn û nivîskariyê de digrin.
Hîlala Zêrîn xweser e
Hîlala Zêrîn bi kar û xebatên xweser tê naskirin. Xebatên çand û hunerê bi komên xweser didin meşandin. Her wiha ji temenê 6 salî û heta jinên bi temen mezin jî cihê xwe tê de digrin. Gelek dibistanên wan ên fêrikirinê jî hene. Di vê dema dawî de peymangehek fermî girêdayî Zanîngeha Rojava, bi pêşengtiya Hîlala Zêrîn hatiye vekirin ya bi navê Peymangeha Bilind a Hunerê. Peymangehên bi vî rengî li ser asta cîhanê çênebûye ji ber ku peymangehek xweser a jinan e. Têkildarî armanca avakirina hîlala zêrîn û şikandina sînorê tundiya li ser jinan Kordînasyona Tevgera Hîlala Zêrîn ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Fewaza Elî ji ANF’ê axivî. Fewaza Elî da zanîn ku tundiya li ser jinan li pêş hunera wan bibû bendek, her wiha nikarîbûn xwe di jiyanê de geş bike û got:“Tundiyek bê navber li jinan dihat kirin û wê ji tevahî mafên jiyanê mehrûm kiribûn. Hunera jin binpê kiribûn ji ber ji pêşketina jin ditirsiyan. Tevî ewqas wateya mezin a jin, bi desthiladariya xwe bê wate kiribûn û ew wek amûrekê bi karanîn.”
Dîwarên tundiyê hilweşandin
Fewaza Elî got ku Rêber Apo jin ber bi azadiyê ve bir û roj bi roj dîwarê tundiya li ser jinan şikand, Rêber Apo li dijî baviksalariyê şer kir û bi milyonan jin rizgar kirin. Fewaza Elî destnîşan kir ku Rêber Apo paradîgmaya xwe li ser bingehê azadiya jinê nivîsand, ji ber ku azadiya jin azadiya tevahî civakê ye û got:“Em wek Tevgera Hîlala Zêrîn bi hemû hewldanên xwe dixwazin xwedî li van jinan derkevin. Her wiha Rêber Apo çawa gotiye azadiya jin azadiya welat e, em jî li ser vê bingehê kar û xebatên parastiyan huner û çanda jin dikin. Dema Hîlala Zêrîn hat vekirin bû weke derfetek herî mezin ji bo pêşketina jinan. Ez yek ji van jinên ku berî şoreşê di nav çar dîwaran de bûm û min wateya jin nas nedikir. Lê bi derketina Rêber Apo û Şoreşa Rojava re rûxmî ez gihiştim temenek mezin, lê min xwe nas kir. Hîlala Zêrîn ji bo min bû ronahiya riya min, ji ber wê min cihê xwe di Hîlala Zêrîn de girt. Ez ji bo gelek jinan bûm hêz û hêviyeke ji bo hunera xwe nas bikin û tundiya li ser xwe şermezar bikin.”
ANF/BÎSAN RESÛL