Çanda ‘Tebu’ ya Lîbyayî
Duşem 15 Îlon 2025 - 16:20
- Mona Wardqo bal kişand ser çanda gelê Tebu ku wek nasnameyeke kûr, zimanekî zindî û adetên mîratî ye û destnîşan kir ku pîrozkirina wê mîratê, wan ji tunebûn û paşguhkirinê diparêze.
Di 15'ê Îlonê de gelê Tebu Roja Navneteweyî ya Çanda Tebu pîroz dikin. Ev, li başûrê Lîbyayê rojek sembolîk a mezin e û hebûna wan li welatên cîran ên wek Çad, Nîjer û Sûdanê piştrast dike. Ji bo Tebuyan ev roj ne tenê bûyerek demkî ye; ew ji nû ve piştrastkirina nasname û mîrate ye û rola berdewam a eşîrê ya di parastina edet, kevneşopî û zimanê xwe ya ji windabûnê de ye.
Mona Wardqo, karmenda Navenda Neteweyî ya Mîrata Gelêrî li Sebha û beşa mûzeyê ye. Mona, vê rojê wek derfetek ji bo balkişandina ser çanda gelê Tebu dibîne. Mona wiha dest bi gotinên xwe kir: "Îro derfetek e ku em balê bikşînin ser kî ne û çanda me ji hêla adet, kevneşopî û nasnameyê ve çi temsîl dike. Pîrozkirina çandê ne tenê bûyerek sembolîk e, her wiha riyek e ji bo parastina ziman û kevneşopiyên me ya ji windabûn û tunebûnê. Ez beşdarî gelek çalakiyên mîrasî bûme. Gelê Tebu xwedî erdnîgarî û çandeke mezin in, ji başûrê Lîbya heya dewletên cîran wek Murzuq, El-Qatrun, Kufra, Tizrbu û deverên sînorî yên Kondonê tên dîtin. Ew xwedî kevneşopiyên cuda ne ji hêla modayê, muzîkê û adetên etnîkî ve. Ev jî dihêle ji civak û gelên din ên Lîbyayê cudatir bin.”
Zimanê Tebu stûna parastina nasnameya wan e
Zimanê Tebu ne tenê amûrek ragihandinê ye; ew sembolek nasnameyê û amûrek ragihandina nifşan e jî. Mona Wardqo destnîşan kir ku gel di hawîrdorên giştî û taybet de bi zimanê Tebu diaxivin û vî zimanî fêrî zarokên biçûk dikin da ku berdewamiya wê mîsoger bikin. Mona wiha got: “Her wiha zimanê Tebu bûye waneyek bingehîn li dibistanên Lîbyayê û nifşên nû fêr dike ka meriv çawa nasnameya xwe ya çandî biparêze. Parastina zimanê Tebu mîrat û kevneşopiyên me diparêze. Ew girêdana ku me bi bav û kalên me ve girêdide û rastbûna nasnameya Tebu piştrast dike. Bê ziman, adet û kevneşopî dê tenê civaka Tebu bîranînên demkî bin.”
Edetên mîratî
Kevneşopiyên zewac û berdanê di nav Tebuyan de wek stûnek nasnameya çandî têne hesibandin û sembolîzmek civakî ya kûr hildigirin. Mona Wardqo bi van gotinan qala van mijaran kir: “Yek ji kevneşopiyên me yên kevnar ew e ku em heta nifşa heftemîn xizmên xwe nezewicînin. Ev kevneşopî malbatan ji destwerdana malbatî diparêze û şehrezayiya bav û kalên me di rêxistina têkiliyên civakî de nîşan dide. Di heman demê de jinên Tebu bi stran û reqsê ligel heval û malbatên xwe hevberdana xwe pîroz dikin, da ku nîşan bidin ku jiyana wan ji ber zewaca wan a berê nesekiniye û derfet bi dawî nebûne."
Cil û bergên kevneşopî
Mona Wardqo diyar kir ku cilên kevneşopî ne tenê xemilandinek e; ew sembola nasnameyê û cudahiyek di navbera komên temenî û çînên civakî de ye jî û got: "Jinên zewicî di bûyerên taybetî de 'melhfa' li xwe dikin da ku nasnameya xwe nîşan bidin, lê jinên nezewicî 'barna barna' li xwe dikin, ku cil û bergek malê ye ku wan ji jinên zewicî cuda dike. Ev adet ji bav û kalên me heya îro berdewam kiriye û ji bo xurtkirina aîdiyet û cudahiya çandî bi awayekî şaristanî xizmet dike."
Huner û pîrozbahî
Li gor Mona Wardqo, hunerên kevneşopî yên Tebu xwedî aliyekî civakî û estetîkî ne û dibêje: "Nagara û Kidi hunerên mêran in, lê Himi hunerek jinan e. Di dawetan û bûyerên din ên taybet de, met an xaltîk dest bi stranbêjiyê dike û jinên mayî wek komek bi reqs û stranên bêhempa yên her şêweyek hunerî, tevlî dibin. Ev kevneşopî yekîtiya civakê nîşan dide û nirxa jin û hunerê di pîrozbahiyan de destnîşan dike. Pîrozkirina boneyan, çi dawet be çi jî hevberdan, cihekî ye ji bo derbirîna hêz û azadiya kesane ya jinên Tebu. Aliyekî ku felsefeya kûr a eşîrê di danûstandina bi jiyan û civakê re nîşan dide."
Nasnameya Tebu di navbera kevnenûyan de
Edet, cil û berg, huner û ziman çanda Tebu hê jî nirxek zindî û nûjenker e. Pîrozkirina vê roja navneteweyî ji bo Tebu ne tenê bûyerek sembolîk e; ew vexwendinek e ku mirov li ser ka çawa mîratê di serdema globalîzasyon û guherîna civakî de diparêze bifikire, nîşan bide ku nasnameya rastîn di zanîna xwe, dîrok, ziman û kevneşopiyan de kok digire.
Îro, bi riya pîrozbahî, festîval û çalakiyên perwerdeyî, Tebu nasnameya xwe xurt dikin û berdewamiya mîrata xwe wek beşek yekgirtî ya tevna neteweyî ya Lîbyayê mîsoger dikin, bêhempabûna xwe diparêzin û beşdarî cihêrengiya çandî ya dewlemend a welêt dibin. MONA TOKA /JÎNHA/LÎBYA