- Armanca Ayşe El-Talîlî ya Tûnisî ji hînkirina siwarbûna hespan wêdetir e, ew hewl dide ku berpirsyarî, sebir û wêrekiyê fêrî jin û ciwanan bike. Ayşe El-Talîlî wiha dibêje:"Siwarbûn ne tenê hobiyek demkî bû, heweseke kûr bû ku bi jiyan û karê min bi hevdû ve girêda. Ji bo min siwarbûn tiştek e ku bi hemû dilsoziyê jê hez dikim û wê wek beşek yekgirtî ya nasnameya xwe dibînim."
Jina ciwan a Tûnisî Ayşe El-Talîlî a ku hewesa hêz û nermiyê, wêrekiya siwarbûnê û jêhatîbûna xwe ya afirîner dihewîne, modelek rastîn a biryardarî û serkeftinê ye. Ji zarokatiya xwe ve, hesp hevalbendên wê yên yekem bûn û qada siwarbûnê xewna wê bû ku kesayetiya wê li dora evîna siwarbûnê şekil girt.
Li parêzgeheke gundewarî ya hundirîn, Ayşe El-Talîlî ne tenê siwarek e her wiha sembola biryardariyê ye ku cûdahiyekê çêdike. Jineke ciwan e ku hewesa xwe veguherandiye rastiyekê, deriyên derfetan ji bo jin û zarokan li Kasserine ya Tûnisê vedike. Bi her gavekê li ser hespê, Ayşe El-Talîlî di çîroka serkeftina xwe de beşek nû dinvîse, hêz, baweriya bi xwe û baweriya bi şiyana jinê ya ji bo bidestxistina tiştên ne gengaz, bi hev re dike yek.
Ayşe El-Talîlî bi gotina; “Meraqa wê ya siwariyê ji zaroktiyê ve dest pê kiriye" wiha qala rêwîtiya xwe kir: "Ez di nav hespan de mezin bûm û ji wan sebir û dîsîplînê fêr bûm. Bi derbasbûna demê re, karîbûm gav bi gav xewna xwe bi dest bixim û bibim siwareke jin. Siwarbûn ne tenê hobiyek demkî bû, heweseke kûr bû ku bi jiyan û karê min bi hevdû ve girêda. Ji bo min siwarbûn tiştek e ku bi hemû dilsoziyê jê hez dikim û wê wek beşek yekgirtî ya nasnameya xwe dibînim."
Ayşe El-Talîlî dema ku behsa rêwîtiya xwe ya ji keçeke gundî ber bi siwarbûneke jin û dû re jî ber bi xwediya klubeke mezin vekir, tekez kir ku zehmetiyên ku ew pê re rû bi rû maye pir mezin bûne, bi taybetî di kişandina bala rayedarên herêmî ya ji bo piştgiriya vê werzîşê û hêzdarkirina ciwanan dijwar bû.
Der barê fikra damezrandina klûba siwarbûnê de Ayşe El-Talîlî aşkera kir ku siwarbûn hêz, wêrekî û baweriya bi xwe dide jinan û dihêle ku ew li ser pêşxistina xwe bixebitin da ku xurttir bibin û ji şiyanên xwe bêtir haydar bin. Ayşe destnîşan kir ku hin malbatan di destpêkê de rexne li vê fikrê girtine, lê piştî dîtina encaman wan fikra xwe guhertiye.
Ayşe El-Talîlî di nav gotinên xwe de astengiyên ku pê re rûbirû maye, bi taybetî yên têkildarî binesaziyê, vegot û gotinên xwe wiha domand: “Pêwîst e rayedarên herêmî bi av û elektrîkê piştgiriyê bidin hespan. Proje ne tenê klubek siwarbûnê ye, her wiha qadeke pêşketina yekgirtî ye ku sûdê dide tevahiya welêt. Bi hêvî me ku klûba Kasserine veguherînim navendeke yekgirtî ji bo çalakiyên werzîşî û çandî ji bo zarok û ciwanan û şampiyonên klûbê bikaribin li derveyî welêt beşdar bibin, navê Kasserine û ala Tûnisê hilgirin. Her wiha klûb qadeke şahiyê, lîstik û çalakiyên cûrbecûr ên bi werzîşê ve girêdayî ku ji bo zarokan sûdmend in vedihewîne. Piştî ku bi sê hespan dest pê kir, niha şeş hespên min hene têkiliyên bi hespan re gelek dijwar e, lê dîsa jî karekî xweş e. Hêvî dikim ku şertên darayî baştir bibin da ku projeya xwe berfirehtir bikim."
Ayşe El-Talîlî di dawiya axaftina xwe de balkişand ser girîngiya piştgiriya însiyatîfên herêmî yên ku şiyanên ciwanan zêde dikin û jinan hêzdar dikin. Ayşe wiha got: “Em ji rayedarên herêmî û civakê hewceyî vîzyonekê ne ku piştgiriyê bidin vê werzîşê, ne tenê wek werzîşek laşî, lê wek platformek perwerdehî û çandî ku nifşên bi bawerî ava dike ku dikarin bi pirsgirêkên pêşerojê re rûbirû bimînin. Xewna min ji bo her zarok û jinek ciwan li Tûnisê dirêj dibe, ku derfet hebe hespbaziyê biceribînin û bigihîjin armancên xwe." NÛJINHA/TÛNIS/ÎXLAS HEMRONÎ