
- Pirsgirêka azadiya jinê pirsgirêkeke li hemû erdnîgariyan tê jiyîn, berxwedana jinê jî berxwedaneke ku berbelavî hemû dinyayê bûye ye. Mekana ku wê derketinekê çêbike wê bihêle ku ev şoreş şênber bibe.
Di her serdemê de pêşketinên civakî li hinek mekanan dibin zemînên derketinên nû û pêşiya pêşveçûnên ku hemû dinyayê bandor dikin vedikin. Afrîkaya ku mirovahî li wir derketiye, Hîlala Bereket a ku warê civakbûyîn û şoreşa yekemîn a jinê ye, Mezopotamyaya Jêrîn a ku tê de dewletên bajêr derketine, Rihaya ku olên yek xwedayî çêbûne, nîvgirava Ereban a ku Îslamiyet li wir derketiye, welatê Ronesansê Îtalya, mekanên şoreşên gelan Fransa û Rûsya tenê çend cihên ku pir zêde pêşketinên civakî lê çêbûne ne. Pêşketinên civakî bêzeman û bêmekan nikare bê fikrandin. Di sedsala 21’ê ya ku kapîtalîzm krîzan ava kiriye û berxwedana ku li hemberî wî kûrewî bûye de em ê çawa mekana derketineke şoreşgerî diyar bikin? Tiştê ku wê herêmekê li gorî herêma din hîn stratejîk, wê berxwedanek li gorî berxwedana din hin veguhêrîner bike çi ye?
Şoreş û veguherînên civakî yên ku dîroka mirovahiyê diyar dikin di rastî de di mekanekê de derketine lê bandora wan belavî hemû dinyayê bûne. Baskên kêlekê yên çeman di astekê de herrikînê bandor dikin lê mûdaxeleyeke li ser çema esasî tê kirin hemû baskan bandor dike. Nakokiya esasî naskirin, rêbaza çareseriyê tespîtkirin, stratejî û taktîk avakirin, zeman û mekana rast tespîtkirin û her wiha gelek xebat dihêlin ku mûdexaleyên ku şekil didin herrikîna esasî bikin. Tiştê têkiliya di navbera mehelî û gerdûnî de bi wate dike ev e.
Pirsgirêka azadiya jinê pirsgirêkeke li hemû erdnîgariyan tê jiyîn, berxwedana jinê jî berxwedaneke ku berbelavî hemû dinyayê bûye ye. Mekana ku wê derketinekê çêbike wê bihêle ku ev şoreş şênber bibe. Helbet di pêşveçûnên civakî de her timî îhtîmalên cuda jî hene. Divê ji van re jî vekirî bin û dema em bi nêzîkatiyeke dîyalektîk dinêrin dibînin ku mekanên ku pirsgirêk herî zêde li wir kûr dibin, lewma pêwîstiyên xwe bi pergaleke alternatîf hene û mekanên ku hêzên şoreşger birêxistinî û amade ne mekanên ku wê derketinên şoreşgerî lê çêbibine. Wekî Tevgera Azadiya Jina Kurdistanê em karakterê serdemê wekî sedsala jinê, nakokiya bingehîn wekî nakokiya jina kole- mêrê serdest, şoreşa serdemê wekî şoreşa jinê, hêza pêşeng wekî partiyên jin pênase dikin. Em bawer in ku mekana vê şoreşê jî wê Rojhilata Navîn û bi taybetî jî Kurdistan be û girêdayî gelek palpişt û nîşanek hene. Çawa Rojhilata Navîn ji şoreşa yekem a jinê re bûye dergûş îdîaya me ew e ku wê bibe mekana ku şoreşa duyemîn jî li wir haveyn bigre. Ger em binasiyên dîrokî û aktûel ên vê îdîayê bi rêz bikin;
Ji şoreşa cotkari-gundan a Rojhilata Navîn heta şoreşa bajêr, ji mîtolojiyan heta olan, ji zanistê heta felsefeyê, heta bazirganiyê herêmeke bingehîn a ku gelek pêşveçûnên civakî lê zîl dide ye. Heta şoreşa îndûstrî û teknîka zanistî ya ku di sedsala 16’em de li Ewropayê pêş ket ji bo dîroka mirovahî erdnîgariya navendî bû. Zemîna zayîna çemên şaristaniya demokratîk û şaristaniya dewletdar bû. Di bermahiyên dîrokî yên ku bîrê hevpar ên mirovahiyê ne û çanda gelên qedîm ên li ser wê axê dijîn de şopên civakbûna li derdora jinê pêş ketiye hene. Di heman demê de li ser van axan dij-şoreşa mêr dewlet û çînîtiyê ava kiriye û dîroka kolebûna jinê veşartiye. Lewma, nakokiyên şoreş û dij-şoreş ava kirine li derdora jinê kom dibin.
Tevî ku kapîtalîzm di van du sed salên dawî de pir giran êrîş dike lê nikare feth bike lê li gel vê yekê Rojhilata Navîn jî nikare pergala xwe ya alternatîf pêk bîne û di nav sanciyan de ye. Kevneşopiyên resen ên çandî bi şêweyê jiyana modernîteya kapîtalîst re, civakbûna wî bi ferdperestiya kapîtalîzmê re, manewiyata wî bi çanda madî ya kapîtalîzmê re di nav lihevnekirineke cidî de ye. Dema em bi nêzîkatiya modernîst digrin dest ev rewşa ku wekî pirsgirêk xuya dike di esas de ji me re potansiyela modernîteya alternatîf nîşan dike. Lewma, projeyên modernîteya ku ji jor de wekî projeyên endazyariya civakî tên ferzkirin li ser tevna çandî û dîrokî ya herêmê ji sîqal ne wêdetir e. Carinan jî paş ve dide û dibe sedem ku paşverûtî dîsa rû bide. Berxwedanên dînî, çandî û etnîkî yên ku li dijî polîtîkayên netewe dewletan û emperyalîstan ên li herêmê pêş dikevin, ji bilî tiştên kevin di terzekî dogmatîk de jiyîn an jî bi modernîte re lihevkirin û ji bilî sîxurtiyê ne xwedî ti projeyekê ne. Netewe dewletên ku di du sed salê dawî de tevn û çanda dîrokî ya herêmê tine hesibandine û sînoran bi cetwel diyar kirine her tim di rewşeke şer û pevçûnê de ne. Mîrate û ekolojiya dîrokî û çandî ya herêmê û aboriya wê ya ku têrî xwe dike tûşî talana emperyalîst dibe. Tevna çandî ya tê xirabkirin şopên bîra hevpar a mirovahiyê û jiyana li derdora jinê pêş dikeve radigire. Erdnîgariya ku pirtûkên pîroz wekî bihuşt pênase dike bi hilweşîneke cidî ya ekolojîk re rû bi rû ye. Berhemên binerdê û serê erdê tê dizîn, tê talankirin û şer, xizantî, bêkarî û koçberî bûye çarenûsa mirovan. Berxwedana gelan, lêgerîna wan a pergaleke nû û helwestên wan ên antî-emperyalîst tê berealîkirin û ji hêla hêzên pergalê ve tên xirabkirin, derfetên wan ên derketinê ji holê tên rakirin.
Mecbûriyeta ku şoreşa Rojhilata Navîn divê di asta şoreşa jinê de be, di mîhwera encamên vê tabloyê de girêdayî rewşa jinê ye. Zextên mêrsalarî û pergala kedxwariyê ya ku di nav du sed salên dawî de bi dagirkirina herêmê re qat qat zêde bûye pirsgirêka azadiya jinê kûr dike. Jinên her roj xwe dişewitînin û ber bi xwekuştinê ve diçin di vê erdnîgariyê de pirsgirêka azadiya jinê çawa sotîner e datînin holê. Di temenê biçûk de zewac, tundî, pir zewacî, ji bo pir zarok anînê tade dîtin, sinet bûyîn, kolebûyîn tenê qismekî biçûk a vê krîzê nîşan dide. Di lêkolîneke ku li ser jinên Ereb hatî kirin de ji 37%ê jinan tûşî tundiya di nav malbatê de dibin. Tê diyarkirin ku li Îranê di pêvajoya pandemiya Koronayê de 2700 jinan xwe kuştine. Li Efxanîstanê mafê jinan ê perwerdeyê ji destê wan hatiye girtin. Tenê ji 2% jin ji derfetên kontrola zarokanînê sûdwerdigrin. Ji 70% zêdetir ê zewacan di temenekî biçûk de û bêdilê jinan tên kirin. Ji her sê jinan yek bi tundiya fizîkî û cinsî re rû bi rû tê. Li Iraqê rêjeya tundî û xwekuştinê ya li dijî jinan pir zêde bilind e. Vesazkirinên zagonî yên di derheqê bi pir jinan re û di temenê biçûk de zewac jî vê rewşê rewa dike. Li Iraqê ji 30%ê jinan di temenekî biçûk de tên zewicandin û piştî DAIŞ’ê ev rewş hîn bêhtir belav bû. Li Başûrê Kurdistanê bi şewitandinê kuştin, xwekuştin û sineta jinê hê j derbasdar e. Li gorî lêkolîneke di sala 2014’an de hatî kirin ji 58% jin hatine sinetkirin. Bi sala 2018’an re ev nîsbet daketibe 37% jî hîn sineta jinan berdewam dike.
NEWAYA JIN







