
- Pirsgirêka azadiya jinê pirsgirêkeke li hemû erdnîgariyan tê jiyîn, berxwedana jinê jî berxwedaneke ku berbelavî hemû dinyayê bûye ye. Mekana ku wê derketinekê çêbike wê bihêle ku ev şoreş şênber bibe.
Di her serdemê de pêşketinên civakî li hinek mekanan dibin zemînên derketinên nû û pêşiya pêşveçûnên ku hemû dinyayê bandor dikin vedikin. Afrîkaya ku mirovahî li wir derketiye, Hîlala Bereket a ku warê civakbûyîn û şoreşa yekemîn a jinê ye, Mezopotamyaya Jêrîn a ku tê de dewletên bajêr derketine, Rihaya ku olên yek xwedayî çêbûne, nîvgirava Ereban a ku Îslamiyet li wir derketiye, welatê Ronesansê Îtalya, mekanên şoreşên gelan Fransa û Rûsya tenê çend cihên ku pir zêde pêşketinên civakî lê çêbûne ne. Pêşketinên civakî bêzeman û bêmekan nikare bê fikrandin. Di sedsala 21’emîn a ku kapîtalîzm krîzan ava kiriye û berxwedana ku li hemberî wî kûrewî bûye de em ê çawa mekana derketineke şoreşgerî diyar bikin? Tiştê ku wê herêmekê li gorî herêma din hîn stratejîk, wê berxwedanekî li gorî berxwedana din hin veguhêrîner bike çi ye?
Têkiliya di navbera mehelî û gerdûnî de
Şoreş û veguherînên civakî yên ku dîroka mirovahiyê diyar dikin di rastî de di mekanekî de derketine lê bandora wan belavî hemû dinyayê bûne. Baskên kêlekê yên çeman di astekê de herrikînê bandor dikin lê mûdaxeleyeke li ser çema esasî tê kirin hemû baskan bandor dike. Nakokiya esasî naskirin, rêbaza çareseriyê tespîtkirin, stratejî û taktîk avakirin, zeman û mekana rast tespîtkirin û her wiha gelek xebat dihêlin ku mûdexaleyên ku şekil didin herrikîna esasî bikin. Tiştê têkiliya di navbera mehelî û gerdûnî de bi wate dike ev e.
Azadiya jinê pirsgirêkeke gerdûnî ye
Pirsgirêka azadiya jinê pirsgirêkeke li hemû erdnîgariyan tê jiyîn, berxwedana jinê jî berxwedaneke ku berbelavî hemû dinyayê bûye ye. Mekana ku wê derketinekê çêbike diyarkirin, wê bihêle ku ev şoreş şênber bibe. Helbet di pêşveçûnên civakî de her timî îhtîmalên cuda jî hene. Divê ji van re jî vekirî bin û dema em bi nêzîkatiyeke dîyalektîk dinêrin dibînin ku mekanên ku pirsgirêk herî zêde li wir kûr dibin, lewma pêwîstiyên xwe bi pergaleke alternatîf hene û mekanên ku hêzên şoreşger birêxistinî û amade ne mekanên ku wê derketinên şoreşgerî lê çêbibine. Wekî Tevgera Azadiya Jina Kurdistan em karakterê serdemê wekî sedsala jinê, nakokiya bingehîn wekî nakokiya jina kole- mêrê serdest, şoreşa serdemê wekî şoreşa jinê, hêza pêşeng wekî partiyên jin pênase dikin. Em bawer in ku mekana vê şoreşê jî wê Rojhilata Navîn û bi taybetî jî Kurdistan be û girêdayî gelek palpişt û nîşanek hene. Çawa Rojhilata Navîn ji şoreşa yekem a jinê re bûye dergûş îdîaya me ew e ku wê bibe mekana ku şoreşa duyemîn jî li wir haveyn bigre. Ger em binasiyên dîrokî û aktûel ên vê îdîayê bi rêz bikin;
Bingehên dîrokî yên şoreşê
Ji şoreşa cotkari-gundan a Rojhilata Navîn heta şoreşa bajêra, ji mîtolojiyan heta olan, ji zanistê heta felsefeyê, heta bazirganiyê herêmeke bingehîn a ku gelek pêşveçûnên civakî lê zîl dide ye. Heta şoreşa îndûstrî û teknîka zanistî ya ku di sedsala 16. de li Ewropayê pêş ket ji bo dîroka mirovahî erdnîgariya navendî bû. Zemîna zayîna çemên şaristaniya demokratîk û şaristaniya dewletdar bû. Di bermahiyên dîrokî yên ku bîrê hevpar ên mirovahiyê ne û çanda gelên qedîm ên li ser wê axê dijîn de şopên civakbûna li derdora jinê pêş ketiye hene. Di heman demê de li ser van axan dij-şoreşa mêr dewlet û çînîtiyê ava kiriye û dîroka kolebûna jinê veşartiye. Lewma, nakokiyên şoreş û dij-şoreş ava kirine li derdora jinê kom dibin.
Krîza modernîteya kapîtalîst
Tevî ku kapîtalîzm di van du sed salên dawî de pir giran êrîş dike lê nikare feth bike lê li gel vê yekê Rojhilata Navîn jî nikare pergala xwe ya alternatîf pêk bîne û di nav sancoyan de ye. Kevneşopiyên resen ên çandî bi şêweyê jiyana modernîteya kapîtalîst re, civakbûna wî bi ferdperestiya kapîtalîzmê re, manewiyata wî bi çanda madî ya kapîtalîzmê re di nav lihevnekirineke cidî de ye. Dema em bi nêzîkatiya modernîst digrin dest ev rewşa ku wekî pirsgirêk xuya dike di esas de ji me re potansiyela modernîteya alternatîf nîşan dike. Lewma, projeyên modernîteya ku ji jor de wekî projeyên endazyariya civakî tên ferzkirin li ser tevna çandî û dîrokî ya herêmê ji sîqal ne wêdetir e. Carinan jî paş ve dide û dibe sedem ku paşverûtî dîsa rû bide.
Krîza azadiya jinê
Mecbûriyeta ku şoreşa Rojhilata Navîn divê di asta şoreşa jinê de be, di mîhwera encamên vê tabloyê de girêdayî rewşa jinê ye. Zextên mêrsalarî û pergala kedxwariyê ya ku di nav du sed salên dawî de bi dagirkirina herêmê re qat qat zêde bûye pirsgirêka azadiya jinê kûr dike. Jinên her roj xwe dişewitînin û ber bi xwekuştinê ve diçin di vê erdnîgariyê de pirsgirêka azadiya jinê çawa sotîner e datînin holê. Di temenê biçûk de zewac, tundî, pir zewacî, ji bo pir zarok anînê tade dîtin, sinet bûyîn, kolebûyîn tenê qismekî biçûk a vê krîzê nîşan dide.
Sînorên li ser azadiya jinê
Rejîmên dîktator ên ku du sed salên dawî li herêmê serwer in têkoşîna maf û azadiya jinan di sînorên ku dewlet diyar kirî de girtine dest. Kes, rêxistin û saziyên ku ji vê çarçoveyê derketine bi kiryar û zextên cidî re rû bi rû mane, destûr ji pêşketina wan re nehatiye dayîn. Xebatên jinan di kontrola dewletê de pêş dikevin û em mînakên wê li Misir, Tirkiye, Sûriye û Iraqê dibînin. Bi mafên sînordar ên ku piraniyê wan li ser kaxizan dimînin re hatiye xwestin ku jin bibin jinên baş ên malê û xizmetî polîtîkayên netewe dewletan bikin. Wiha propaganda hatiye kirin wekî ku azadiya jinê ji hêla rejîmên Kemalîzm û BAAS’ê ve qenciyeke ji jinan re tê pêşkeşkirin. Bi vî awayî hatiye xwestin ku di rewakirina projeyên modernîteyê de jin bibin amûr. Her çiqas bi qelsbûna van rejîman û têkoşîna tevgerên azadiya jinê re guhertin çêbûbin jî bandora feraseta ku xebatên jinan di bin kontrola netewe dewletan de digre bi giştî ji holê nehatiye rakirin.
NEWAYA JIN







