Ronahî TV: 13 salên xebatê

În 22 Mijdar 2024 - 02:15

Wekî roja îro di sala 2011’an de gelên Sûriyeyê di serî de gelê Kurd li pêşberî destpêka weşana kanalekê bûn ku kanala yekemîn a veguhastina rastiyê wekî xwe hemwextî şoreşa gelêrî bû. Dema ku şoreşên bihara gelan di 2010’an de li Tûnisê dest pê kir û di Adara 2011’an de gihîşt Sûriyeyê, gelek dezgehên ragihandinê ji bo xizmetkirina berjewendiyên dewletên Îslamî yên ku hewl dida destê xwe deynin ser herêmê û gelên wê, dest bi belavkirina propagandaya jehrkirî di nav civakên Rojhilata Navîn de, kir. Ji ber wê jî, pêwistî bi ragihandinekê hebû ku bûyeran wekî xwe ji civakan re veguhêzin. Li vir, kanala Ronahî TV di Cotmeha 2011’an de dest bi weşanê kir. Ronahî TV nirxên azadî û demokrasiyê bi rêya bernameyên xwe yên siyasî, çandî û civakî dan rûniştandin.

Ronahî TV ji paytexta Belçîkayê, Brûkselê dest bi weşanê kir. Di serî de weşan rojane 3 saet bû. Ji 2014’an ve, êdî weşana wê domdar bû û tê de kadroyên ragihandinê yên pispor bi zimanên Kurdî û Erebî cih girtin. Pêşkêşvana  Hebûn Omer salvegera 13’emîn li hemû karmend û damezirînerên Ronahî TV taybetî şehîdên ragihandinê yên ku ji bo veguhastina rastiyê xwe feda kirine, pîroz kir. Hebûn Omer destnîşan kir ku Ronahî TV bi armanca veguhastina bûyerên li Sûriyeyê ku bibe dengê gelên herêmê, hat damezirandin. Hebûn Omer diyar kir ku kanalê bi derfetên kêm û hejmareke hindik a ekîbên karmendan, dest bi weşanê kir. Hebûn Omer destnîşan kir ku îro bi sedan rojnamevan ji tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di Ronahî TV de cih girtine û kenal bêrawestan, zêdetirî 20 bernameyên bi zimanên Kurdî û Erebî diweşîne. Bernameyên siyasî, civakî, çandî, dozên jinan û yên ciwanan girîngiyê didin vegotina daxwazên gel û geşedanên şoreşê. Ev jî pabendiya kenalê bi veguhastina rastiyê û xizmetkirina dozên herêmê nîşan dide.

Ronahî dengê rastiyê ye

Pêşkêşvan Bêrîtan Xalid jî destnîşan kir ku Ronahî TV bi veguhastina rastiyan bê ku tiştî tê de biguherîne, di derxistina pêkhateyên herêmê ji tariyê ber bi ronahiyê de, rol lîst .

Bêrîtan Xalid diyar kir ku Ronahî TV di 13 salan de rastî gelek zehmetiyan hat û got:“Nûçegihanên kanalê di rewşên herî dijwar de û hemwextî êrişên li dijî herêmê dixebitîn, lê dîsa jî wan peyama xwe bi lehengî gihand. Nûçegihanê Ronahî TV Mustefa Mihemed ku pêngava rizgarkirina Minbicê dişopand, şehîd bû û nûçegihanên din di dema şopandina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê de birîndar bûn. Bêrîtan Xalid diyar kir ku di weşana nû ya Ronahî TV de, wê girîngî ji bo mijarên li gorî pêdiviyên gelên herêmê û ragihandina bûyeran bi awayekî ji rastiyê nêzîk, were dayîn û got:“Tevî hemû zehmetiyan, em ê ji bo pêkanîna armancên ku ji bo wan kanal hatiye damezirandin, têkoşînê bidomînin.”

ANHA/HINAR ÎBRAHÎM

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.