Dojeha fatûreyan
Duşem 2 Kanûn 2024 - 01:55
Li bajarên Herêma Serhedê bi sarbûna hewayî re fatûreyên gaza xwezayî jî zêde tên. Xelkê Agiriyê gotin tevî ku kombiyên xwe zêde venakin jî fatûreyên wan pir zêde tên.
Abîdîn Kartal ku di demsala havînê de bi firotina fêkî û zebzeyan û di zivistanê de jî bi firotina masiyan debara xwe dike, got:“Di demsalên havînê de fatûreyên gaza xwezayî derdora 150 û 170 lîre dihatin. Di Mijdarê de li gel ku ez pileya wê zêde nakim jî 2 hezar lîre fatûre hat. Di kanûnê de dibe ku bibe 3 hezar TL. Tevî fatûreyên bilind jî em germ nabin.” Kartal, destnîşan kir ku zivistanên bajar pir dirêj û zehmet derbas dibin û got:“Şeş ferdên malbata me hene û pereyê ez qezenc dikim tenê bi têrî lêçûnên mitbaxê dikin. Wezîrê Xizîne û Darayî Mehmet Şîmşek dibêje ku dê aborî pir baş bibe û ji her tiştekî bacê distîne. Dê bibêjî qey em tenê ji bo bacan dixebitin.”
Serê kaniyê şolî be hertişt qirêj e
Karkerê înşaetê Ahmet Anak jî got:“Mehane lêçûnên me yên mitbaxê derdora 35 hezar lîreyan e. Heta 5 sal berê jî her tişt wiha ewqas giran nebû. Heke wiha bidome em ê nekarin debara xwe bikin. Ji kolanê bipirsin, her kes birçî ye. Dibêjin wê kêmtirîn mûçeyê derxînin 23 hezar lîreyan. Ma bi vî pereyî em ê çawa debara xwe bikin? Divê kêmtirîn mûçe 40 hezar TL be ku mirov bikarin debara xwe pê bikin. Kîloyeke goşt li cem qesaban 600 TL ye. Em êdî nikarin goşt bixwin.” Dilaver Agli jî anî ziman ku ji ber fatûreyên zêde ew sergînê dişewitînin û got:“Yên welêt birêve dibin di dizin û li keyfa xwe dinêrin. Ez jî ne dikarim komirê ne jî êzingan bikirim. Lewma ez ji bo sotinê serginê bi kar tînim. Dewlemendên Agiriyê û hikûmet bila ji xwe şerm bikin. Sedema vê bihabûnê jî ew e ku kes û rêveberiyeke baş nîne. Heke serê kaniyê şolî be, her tişt qirêjî dibe.”
Heta aştî nebe aborî xerab e
Ayhan Yildiz ê debara xwe bi sewalkariyê dike û got:“Zivistana vê derê 6 mehan didome. 7 ferdên malbata me hene û ez tenê dixebitim. 40 hezar lîre lêçûnên mitbaxê dibin. Zivistanê karekî mirov bike jî tune ye, sewalkarî tune bûye. Erdogana gel tune kir. Xelk nikare debara xwe bike. Tenê rêyeke çareseriyê heye, ew jî guherîna vê siyasetê ye.” Welatiyê teqawid ê bi navê Ahmet jî da zanîn ku ew hewl dide bi pereyê teqawidiyê debara 7 endamên malbata xwe bike û got:“Fatûreya gaza xwezayî hezar û 800 lîre tê. Ew ê di mehên kanûn û sibatê de fatûre bibin 3 hezar TL. Sedema bihabûnê rêveberî ye. Heta ku dizî bidome dê aboriya Tirkiyeyê sererast nebe. Rêya sererastbûna aboriyê, aştî ye. Heke aştî nebe wê aborî xerabtir bibe.”
MA/MEHMET GULEŞ