Şaredaran piştgirî dan
Duşem 2 Kanûn 2024 - 03:10
Li pêşiya Navenda Civaka Kurd a li Londonê ku polîsên Îngiliz ji 27'ê Mijdarê û vir ve dagir kiriye, çalakiya greva birçîbûnê dewam dike. Lêpirsîna aktîvîstên Kurd a li navenda polîsan jî dewam dike ku dema binçavkirinê 7 rojan hate dirêjkirin.
Balkêş e ku polîsan li gel bendên ji hesin ên danîne pêşiya Navenda Civaka Kurd, her wiha bendên ji beton jî danîn.
Kurdistanî û dostên wan serdana konê greva birçîbûnê yê li ber bendan dikin. Hevseroka Federasyona Elewiyan a Brîtanyayê Dîlek Încedal û Muslum Dalkiliç, Serokê Mala Cem Îbrahîm Has, rêveberên Navenda Civaka Kurd û Tirk (Day-Mer) endam û rêveberên Komeleya Çandê ya Karkerên Koçber (Gîk-Der) û komeleya herêmî timî serdana kon dikin. Bersiva herî xurt a li hemberî hewldanên krîmînalîzekirina Navenda Civaka Kurd ji rêxistinên civakî yên sivîl û nûnerên xwecihî yên li Bakurê Londonê hat. Şaredara Haringeyê Peray Ahmet û endamên meclîsa şaredariyê Ajda Ovat, Erdal Dogan, Mike Hakata û Anna Abela hatin ber avahiya KCC. Peray Ahmet ku ji Tirkên Qibrisê ye piştî ku serdana çalakgerên greva birçîbûnê kir, ji xebatkarên Meclîsa Gelê Kurd li ser rewşa dawî agahî wergirt. Peray Ahmet destnîşan kir ku Kurd parçeyek ji vê civakê ne û got:"Ew broşurên ku polîs belav dikin, bi esasî hewldana ji bo krîmînalîzekirina civaka me ye û ev nayê qebûlkirin. Weke Şaredariya Haringeyê em piştgiriyê didin civaka Kurd û bi hemû derfetên xwe em ê li vê derê bi we re bin. Her wiha dixwazim destnîşan bikim ku em bi hevalên di greva birçîbûnê de ne."
Şaredarê Enfieldê Ergîn Erbîl jî serdana konê greva birçîbûnê kir û got:"Ez weke Kurdekî li vê derê me. Ev der komeleya me ye." Şaredar Ergîn Erbîl diyar kir ku binçavkirina mirovan bi lêdanê nayê qebûlkirin û got:"Me hemû fikarên xwe hem bi Wezîran re hem jî bi şefên polîsan re parve kirin."
ANF/HÎKMET ERDEN