Sîxurek hate ceza kirin
Duşem 2 Kanûn 2024 - 01:50
Yekîneya Parastina Cewherî ya Şehîd Medya Egîdî ragihand ku roja 14’ê Mijdarê sîxurê bi navê Metîn Beyter li Mêrsînê hatiye kuştin. Daxuyaniya Yekîneyê wiha ye:’’Kesê bi navê Metîn Beyter ji bo dest ji sûcên xwe yên ku rê li ber mexdûriyeta gelê Kurd vedike berde, hatibû şiyar kirin. Lê di nava gelê me de ji bo tora sîxuriyê pêş bixe û ciwanên Kurd bixe, karên xwe dewam kir. Ji ber ku eşkere bû sûcên li hemberî gelê me dewam dike, 14’ê Mijdara 2024’an li bajarê Mêrsînê hate ceza kirin. Yên ku destdirêjiyê li nirxên gelê me dike, ji dijmin re dixebite û sîxuriyê dike, nirxên me pêşkêşî dijmin dike, divê were zanîn wê bê ceza nemîne.’’
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN