Pêşangeha şêwekariyê bi dawî bû

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 1 Adar 2022 - 22:03

  • Pêşangeh li hola Firatê hate vekirin. 70 tabloyên 20 wênesazan yên bi çavdêriya wênesaz Mihemed Şahîn hatin xêzkirin, hatin daliqandin. 

Pêşangeha Şêwekariyê ya 3'yemîn ku bi dirûşmeya "Keskesora Miştenûrê sirûdên azadiyê dixemilîne" ji aliyê Desteya Çand û Huner a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê ve û bi çavdêriya wênesaz Mihemed Şahîn li bajarê Kobanê dabû destpêkirin, bi dawî bû.

Pêşangeh li hola Firatê hate vekirin. 70 tabloyên 20 wênesazan yên bi çavdêriya wênesaz Mihemed Şahîn hatin xêzkirin, hatin daliqandin.

Armanca pêşangehê, parastina çanda Kurdî û teşwîqkirina hunermendan e da ku behreyên ciwanan bi pêş bixin.

Pêşangehê 3 rojan dewam kir. Di her sê rojan de bi dehan şêniyên bajarê Kobanê, endamên sazî û desteyên herêma Firatê berê xwe dan pêşangehê. Di roja dawî ya pêşangehê de wênesaz Mihemed Şahîn, hemû hunermendên ku bi tabloyên xwe tev li pêşangehê bûbûn, ji aliyê Desteya Çand û Huner û Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê ve hatin xelatkirin. Di dawiyê de govend hate gerandin.

ANHA/KOBANÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.