Pêngava hebûn û azadiyê

Pêncşem 15 Tebax 2024 - 03:05

  • Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan diyar kir ku Pêngava 15’ê Tebaxê pêngaveke azadiyê ye ku li dijî siyaseta qirkirin û îmhayê hatiye pêşxistin û bang li her kesê kir ku xwedî li ziman û çanda xwe derbikevin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan bi wesîleya salvegera 40’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê ji Stêrk TV re axivî.

Karayilan bal bire ser tecrîda li hemberî Rêber Abdullah Ocalan û diyar kir ku li Îmraliyê 26 sal in berxwedaneke bêhempa tê raberkirin û wiha got:’’26 sal in Rêber Apo li girtîgeha Îmraliyê têkoşîn, berxwedan û seknekê raber dike. Têkoşîneke bi îradeya ji pola, bi salan bi sebreke mezin û bi şêwazekî wisa bi ser hêza mirov re tê meşandin. Rêber Apo bi vê sekin û têkoşîna xwe barê herî mezin rakiriye. Divê em bar sivik bikin.  Asta ku îro heye ne têrker e. Lê belê gelek ked jî heye. Yanî hewldana gelê me hem li Kurdistanê hem li derveyî welat û hewldana dostên me heye. Yanî ev pêngava cîhanî asteke xwe heye. Bi taybet van rojên dawiyê ji Xelatgirên Nobelê 69 kesan daxuyanî dan, name şandin. Bê guman ev pir bi wate ye. Beriya wê jî li gelek welatan kesên naskirî, siyasetmedar, parêzvanên mafên mirovan, hiqûqnasan daxuyanî dan. Helwesteke navneteweyî jî û neteweyî heye, lê belê weke min got, ne têrker e, divê mirov vê hîn xurt bike. 

Rihê serketinê ye

Mûrat Karayilan derbarê pêngava 15’ê Tebaxê de jî ev nirxandin kirin:’’Pêngava 15’ê Tebaxê li hemberî siyaseta qirkirin û tunekirinê, pêngavekî hebûn û azadiyê bû. Bê guman Rêber Apo beriya her kesî ev xeterî li ser civaka Kurd dît û ji bo wê jî amadekarî kir. Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş, Ferhat Kurtay ev heqîqet dîtin, lewma xwe feda kirin. Jixwe pêngava 15’ê Tebaxê jî bi pêşengiya heval Egîd, bi heman ruh û biryarê pêk hat. Raste çekdarî bû, lê wateya xwe ya îdeolojî, çandî, siyasî, civakî hebû. Vê yekê her ku çû xwe îspat kir, dema ku civakê jî bi çavê xwe temaşe kir û dît ku rêbazeke nû, rêbaza gerîla heye ku nakeve, bawerî pêş ket. Di şikandina desthilatdariya zilam, di şikandina koletiya jin da bû destpêkek. Wisa şoreşa jin bi xwe re pêş xist. Roja îro jî bi vî ruhê têkoşîn tê meşandin. Ev ruh ruhê serketinê ye.

Gerîla asteke baş bidest xist

Karayilan derbarê rewşa niha ya têkoşîna gerîlayên azadiya Kurdistanê de jî ev nirxandin kirin:’’Hevalê Ebas got, yekem care 40 salî bê navber berxwedanek li Kurdistanê dimeşe. Ev raste. Heman demî 4 sal in, yekem care, di heman sengerî de îro li Rojavayê Zap şer dewam dike. Ango dewleta Tirk weke hêzekî endamê NATO her cure çekên serdemê di dest de hene û hemû çek li hemberî gerîla bi kar tîne û çekên qedexe yên taktîk nukleer û cur be vane jî hemû bi kar anî, lê car din ev 4 sal in nikare Zapê bigire. Ev bê guman astek e. Taktîk, afirênerî û kûranî vaye astek bi xwe re ava kir. Lê belê hîna kême. Wek min got, van tiştan bi hêsanî nabe, îro berxwedanên niha li Metîna, Zap û Bakur tê meşandin. Vaye her roj li Bakur şer diqewime. Yanî vaye bi hêsanî nabe. Me li gorî xwe tarzek ava kiriye û aqlê şer û doktirîn hatiye avakirin. Şerê binerd û şerê ezmanî, ev nû ye û wê jî hîn jî şerê hewayî pêş bikeve. Ya çarem jî şerê sîber. Kêmahiyên me di vir de hene. Lê belê wê pêş bikeve. Gerîlayên Azadiya Kurdistan, nûjenbûnê di xwe de çêdike û îradebûnê pêş dixe û felsefeya Rêber Apo di nava xwe de kûr dike û wisa dibe hêzekî nekeftî. Dewleta Tirk tim dibêje me ew tune kirin, hetta hinek Kurd, herhal PDK jî jê bawer dike ku lewma wisa beşdar bûye. Bi taybet ev wezareta şer bi hefteyî daxuyaniyan dide. Daxuyaniyên wezareta parastinê ya Tirk ji sedî 95’ê wê derew in. Mesele niha daxuyaniya herî dawiyê de dibêje ku ji 1’ê Çileya 2024 heta demê daxuyanî dayî yanî heta dawiya Tîrmeha 2024’an dibêje me 1652 kes kuştin. Hem li Bakur hem li Başûr şehîdên me 99 heval in. Weke din nînin. Ya din jî jixwe piştî ku sicîlên şehîdên me hatin, em eşkere dikin. Piştî wê demekê tu dinêrî di TRT’ê de daxuyaniya Wezaretê Hundir derdikeve, dibêje MÎT’ê operasyoneke pir girîng li ser PKK’ê pêk aniye. Lê halbûkî berê mehekê me ew îlan kiriye. Yanî derew e. Bi eqlê civakê dikenin vana. Civaka me divê bi van derewên dijmin bawer neke.

Kurdî biaxivin û govendê bigerînin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan derbarê êrişên li ser çand û zimanê Kurdî jî wiha got:’’Dewleta Tirk dixwaze rûmeta civaka me xera bike. Mesela dayîkên 83 salî digire dike zindanê. Kalên 75 salî, 80 salî dixe zindanê. Êrişî goristanan dike. Hevalên zîndanê de nexweşin li ber şehadetê ne bernade bi qestî bernade. Yanî kînek xwe heye. Û wisa dixwaze rûmetên civakê xera bike. Heman tişt di mesela çandê de jî wisa ye. Êdî daweta Kurd jî bi destûrê ve girêdaye. Ji govenda Kurd acizin. Ji zimanê Kurdî acizin. Sedemê xwe çi ye, siyaseta dewletê ji bo Kurd siyasetê tunekirinê ye. Ango qirkirin e. Ji ber vê lazime civaka me xwedî li van nirxên derkeve. Di vê her kes mala di xwe de li her derê bi zimanê Kurdî biaxive û Kurdî binivîsîne. Yanî ciwanên hêja divê temaşe bikin, ez Tirkî jî baş dizanim. Çima vê li vê derê daîmî bi Kurdî diaxivim. Sedemek xwe heye. Ez ji Tirkî hez dikim, feqet li ser zimanê me siyaseta qirkirinê heye. Divê em zimanê xwe çanda xwe lê xwedî derkevin û bidin pêş. Li Afrîkaya Başûr li hember rejîma nîjadperest a Apartheîd berxwedana gel a civakî hebû. Wê çaxê reqseke wan hebû; tayî tayî. Rejîma Aparteîd ji vê pir aciz bû. Yê ku wisa dikir hinek înfaz dikirin. Bi wê reqsê serhildana xwe geş kirin, piştre jî rejîma nîjatperest a Apartaîd têk birin. Niha divê em jî li her derê em govenda Kurdî bigerînin zimanê Kurdî biaxivin. Cardin mesela hinek mehkemê wan dirûşmeyan ‘Bijî Serok Apo’ wekî azadiya fikir girtine dest û gotin, ev dirûşme ne tawan e. Ruxmî wê polîs digire, ciwanan digire. Yanî bixwe hiquqa xwe binpê dikin. Wê çaxê em li derê divê bêjin ‘Bijî Serok Apo’. Rewa bikin vana. Divê em li hemberî nêzbûna dewleta ku dixwaze rûmeta civaka me xera bike, bênasnamebûnê pêşbixîne, weke helwesteke civakî netewî van tiştan li her derê bidin pêş.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.