Encamên hilbijartinê
Çarşem 23 Cotmeh 2024 - 02:50
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê li Bexdayê bi civîneke çapemeniyê encamên destpêkê yên hilbijartina dema şeşem a parlementoya Herêma Kurdistanê eşkere kir. Di civîna çapemeniyê de Endamê Komîsyona Hilbijartinê Deham Ehmed encamên hilbijartinê xwend. Hat diyarkirin hejmara dengdêrên Herêma Kurdistanê 2 milyon 899 hezar û 876 kesin. Her wiha diyarkir 1434 navend û 7070 cihên dengdanê hebûn.
Li gor agahiyên ku komîsyonê eşkere kirine, hejmara dengdêran a li her çar parêzgehên Herêma Kurdistanê wiha ne;
Hewlêr: Li Hewlêrê 1.023.606 kesan mafên dengdanê hebûn, ji vana 762.929 kesan deng daye, rêjeya tevlîbûnê jî ji sedî 74,53 bû.
Silêmanî: Li Silêmaniyê 1.087.192 kesan mafê dengdanê heye, ji vana 715.499 kesan deng dane û rêjeya tevlîbûnê ji sedî 65, 81’e.
Helebce: Li Helebce 60.202 kesan mafê dengdanê heye, ji vana 41.671 kesan deng daye, rêjeya tevlîbûnê ji sedî 69,11’ye.
Dihok: Li parêzgeha Dihokê jî 722.397 kesan mafê dengdanê heye, ji vana 564.494 kesan deng dane û rêjeya tevlîbûnê ji sedî 78,14 bû.
Li gor encamên ku komîsyonê ragihandine dengên partiyan ên di hilbijartina taybet û giştî de jî wiha ne;
PDK: 809.197
YNK: 408.141
Tevgera Nifşê Nû: 290.991
Tevgera Goran: 11.621
Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê: 116.981
Komeleya Dadgerî ya Kurdistan: 64.710
Eniya Gel:33.369
Eniya Helwest: 55.775
Hevpeymaniya Herêma Kurdistan: 13.199
ROJNEWS