Em dixwazin nûnertiya Sûriyeyiyan zêdetir bikin

Çarşem 23 Cotmeh 2024 - 01:55

Bi tevlêbûna 30 hêzên Sûriyeyî, kesayatên ji Sûriyê di navbeyna 25-26’ê Cotmehê de li paytexta Belçîka Brûseklê wê Kongreya ‘Rêya Sûriyeya Demokratîk’ were lidarxistin. Endamê Komîteya Amadekar a Kongreyê Muwefeq Nêrebiyê derheqê armanca kongreyê got,’’Em dixwazin nûnertiya Sûriyeyiyan û hewldanên wan ji bo çareseriyê, zêdetir bikin.’’

Bi çarçoveya hewldanên pêkanîna yekitiyê, hewldanên demokratan ji bo ku siberojeke baştir ji Sûriyeyê were pêkanîn, beriya çend salan dest bi amadekariyên li darxistina kongreya hêz û kesayetên demokrat ên Sûriyeyê li paytexta Belçîka Brukselê hatibû kirin.

Kongre wê 25 û 26`ê Cotmehê were lidarxistin. Wê gelek aliyên Sûriyeyê mîna Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ku roleke girîng di lidarxistina van havdîtinan de lîstiye, tev li kongreyê bibe

Her wiha li gorî endamê Komîteya Amadekar a kongreyê Muwefeq Nêrebiyê nêzî 30 hêz û kesayetên serbixwe yên sûriyeyî tev li kongreyê bibin.

Li gorî Nêrebiyê, bi giştî nêzî 90 kes beşdarî kongreyê bibin û 40 kes jî bi rêya înternetê tev li wê bibin. Ji kesayetên li hundir re vexwendname hatiye şandin. Ji ber astengiyan, hinek ji wan dê beşdarî kongreyê bibin lê gelek ji wan dê bi online tev lê bibin.

3 sal hazirî hatin kirin

Muwefeq Nêrebiyê anî zimên ji bo kongreye 3 salan hevdîtinên şêwrê yên mezin li Stockholmê kirine û got,"Kongre gaveke ber bi birêxistinkirin û yekkirina hewldanên demokrasiyê li Sûriyeyê ye. Ji bo her kesê tev li vê şepêlê bibe, gaveke vekirî ye. Em baş dizanin ku welat bi nermbûn, şaristaniya xwe tê naskirin û nêzî laîtîkê ye. Dûrî tundrawî û fikrê paşverû ya nezan e. Ev beşa mezin a civakê ji xebatên siyasî hatiye dûrxistin û paşguhkirin. ‘’

Çareseriya siyasî wê were axaftin

Nêrebiyê diyar kir li kongreye gelek dosya, mijar û çareseriyên pratik û modern werin nîqaşkirin, doza nasname, nenavendîbûn, dûrxistina ol ji dewletê, rizgarkirina jinan, pirsgirêkên netewperest ên hîmê Sûriyê werin nîqaşkirin. Nêrebiyê got, "Çareseriyên siyasî û astengiyên li pêşiya wan derkevin wê werin gotubêjkirin. Da ku xwe bigihînin komek pêşniyaran û deriyekê ji bo çareserkirina pirsgirêka Sûriyeyê dûrî destpotî û nijadiyê veke."

Kongre tîyê diyalogê ye

Nêrebiyê hêviyên xwe yên ji kongreyê wiha anî zimên: "Em hêvî dikin ku her kes kongreyê wek gavekê ji bo bidestxistina armanca em dixwazin, bihesibîne. Kongre vekirî, nerm û tiyê diyalogê û gotubêjê ye. Me tecrube ji hevdîtinên berê girt. Me xwe bi pêş xist. Gelekan an jî em dikarin bêjin duqatî hejmara ku dê tev li kongreyê bibe, ev hewldanên me bi erênî nirxandin. Em hêvî dikin ku di kongreyê de encamên xebatên xwe bi dest bixin. Bernameya xwe ya bê bi awayekî pratîk nîqaş bikin. Me gelek civînên encamdar û pratîk li dar xistin. Em ê hewl bidin vê rêbazê pêş bixin."

Zêdekirina hewldana çareseriyê ye

Nêrebiyê behsa plana bê kir û got: "Em dixwazin nûnertiya Sûriyeyiyan û hewldanên wan ji bo çareseriyê, zêdetir bikin. Em dikarin vê qadê pêş bixin. Divê em yekitî û birêxistinbûyîna demokratên Sûriyeyî xurttir bikin. Dûre ber bi kongreya nîştimanî ya Sûriyeyî ve biçin ku ji destpêkê ve em dizanin ew rêya çareseriyê û lihevhatinê ye."

ANHA/YAHYA EL HEBÎB

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.