Rêber APO nasname ye
Duşem 14 Cotmeh 2024 - 03:15
- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan diyar kir ku divê her kes tevlî pêngava ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan bibin û got: Rêber Apo nasnameyek e. Azadiya Rêber Apo azadiya civakê ye.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan ji Radyoya Dengê Gel re axivî. Karayilan di destpêka axaftina xwe de komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê nirxand û wiha got:’’Komplo di şexsê Rêber Apo de êrîşek li ser paşeroja gelê me bû. Dijmin dixwest bi rêya komployê xeta Rêber Apo û tevgera me ji binî ve tine bike. Lewma Rêber Apo li Îmraliyê xistin hucreya yek kesî û bi salan bi tenê hiştin. Xwestin pêşî li fikrên Rêber Apo bigirin. Bi vî rengî ji xwe re kirin armanc ku bi saxî wî bikujin. Li hemberî tevgera me jî bi rêya hin xayinan hin plan kirin, bi destê wan xwestin tevgera me parçe û tasfiye bikin. Li hemberî vê yekê Rêber Apo bi şêweyekî ku kes ne li bendê bû, bi nêzîkatiyeke dahiyane tarîtiya Îmraliyê ronî kir û piştre jî ronahiya xwe li cîhanê belav kir. Li hemberî modernîteya kapîtalîst nîşan da ku mirov bêçare nîne û weke rêya çareseriyê jî Paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk a ku xwe dispêre azadiya jinê destnîşan kir. Rêber Apo dema ku xistin zindana Îmraliyê weke rêberê gelê Kurd dihate dîtin. Lê belê di vê serdemê de Rêber Apo bi têkoşîna xwe êdî ji sînorên Kurdistanê derbas bûye û di asta navneteweyî de bûye Rêberê Modernîteya Demokratîk ku bindest hemû xwe nêzî wî dikin. Bi esasî bi sekn û têkoşîna Rêber Apo komplo bê encam maye. Niha bi derengî jî be piştî 26 salan, yek ji kesên ku têkildarî pêvajoya komployê xwedî gelek agahiyan e Serokwezîrê Îtalyayê yê wê demê Birêz Massimo D'Alema hin tişt eşkere kir. Ya rast, tiştên ku wî got ji aliyê me ve dihate zanîn, lê belê yekemcar ji aliyê kesekî ku bi xwe bi mijarê ve mijûl dibû, bi pêvajoya komployê zanîbû, di asta Serokwezîr de eşkere kir.
Azadiya Rêbertiyê azadiya civakê ye
Karayilan di dewama nirxandina xwe de îşaret bi kampanyaya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin jî kir û wiha got:’’Di têkoşîna li dijî komploya navneteweyî de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tevgera me, hevrêyên me, gelê me û dostên me kedê didin û 26 sal in berxwedaneke gelekî bi rûmet nîşan dan. Lê belê li pêşberî ked, têkoşîn û berxwedana Rêber Apo ev berxwedan têrê nake. Nîşaneya herî mezin a vê yekê ew e ku 44 meh in bi ti awayî agahî ji Rêber Apo nayê wergirtin. Eger em ên li derve me karîbûya têkoşîneke xurt bimeşanda, wê nikarîbûna tiştên bi vî rengî bikirana. Di vê nuqteyê de weke tevger û gel divê em kêmasiya xwe bibînin. Par di 10'ê Cotmehê de li 74 navendan dostên gelê me bi rêbaza kampanyayê dest bi pêngaveke gelekî girîng kirin. Ev bi rastî jî hewldaneke gelekî hêja bû. Ev kampanya ku îro hîn jî dewam dike gelekî bi pêş ket; gelek zanyaran, siyasetmedaran, ramangeran, name şandin, di astekê de xwedîderketin çêbû; gelê me tevlî vê kampanyayê bû lê belê dîsa jî têrê nake. Di sala duyemîn de divê em vê kampanyayê hîn geş bikin. Encamwergirtina ji kampanyayê tê wateya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Rêber Apo şexsek nîne, nasnameyek e. Azadiya Rêber Apo azadiya civakê ye. Azadiya gelê Kurd e, azadiya gelên herêmê ye.
Mijdar hat lê dagirker kilît bûye
Beriya her tiştî vê bibêjim: Di qonaxa pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de gerîla jî wê bi rola xwe rabe. Dewleta Tirk li hemberî me bi tena serê xwe şer nake. Bi çekên modern ên serdemê ku ji çar aliyên cîhanê peyda kiriye li dijî me şer dike. Li hemberî me çekên qedexekirî bi kar tîne; gazên kîmyewî bi kar tîne. Her wiha NATO jî piştgiriyê dide wan; PDK pê re tevdigere; Iraq piştgiriyê dide. Niha jî El Nûsra anîne; wan jî tevlî şer dikin. Cerdevanên li Bakurê Kurdistanê anîne û ew jî li gelek deveran bi cih bûne, bi vî rengî tevlî şer dikin. Li gel van hemûyan, dewleta Tirk a ku gelekî pesnê xwe dide heta niha nekariye encama dixwaze bi dest bixe. Rast e; hin herêm dagir kirine lê belê li her derê berxwedan û şer heye. Dibêjin wan herêm kilîd kirine û meha Mijdarê wê kilîdê bigirin. Vaye meha Mijdarê hat; demeke kurt ma. Berevajî vê yekê ew li Zapê kilîd bûne. Li ber Çemê Zê dema ku Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Girê Cûdî agir berdan baregehên wan, hevrêyeke YJA Starê gotibû 'Agir kete dilê Enqereyê'. Bi rastî jî agir ketiye dilê Enqereyê. Ji ber vê yekê asta fermandarên xwe hemû guhertin. Bi esasî têk çûn. Ev rewş têkçûna wan nîşan dide. Lê belê divê derdorên bêalî jî vê piştrast bikin. Li gel ku ewqas piştgirî li pişta wan heye, ewqas teknîk li ber destê wan heye, artêşek bi vî rengî heta niha nekariye li Zapê kontrolê bi dest bixe.
Stratejiya neteweyî lazim e
Rast e, şerek heye û herêm dikele. Diyar e ev rewş wê dewam bike. Ji ber ku aliyên vî şerî dimeşînin, ji bo herêmê ji nû ve dîzayn bikin vî şerî dimeşînin. Divê em teqez stratejiyeke neteweyî ava bikin. PDK a ku dibêje ez partiyeke Kurdistanê me, bi van dijminên har ên Kurdan tevdigere, hevkariyê bi wan re dike. Ev polîtîka ne tenê zerarê dide vê demê. Na; ev siyaseta ku PDK niha dimeşîne zerareke cidî û mayinde dide paşeroja gelê Kurd. Hevkariya bi dewleta Tirk re dişibe wê yekê ku bi hirçekî bikeve nava hundirê heman çiwalî. Ne diyar e ku hirç wan kengî bifetisîne. Dibêje, 'Ji bo beralîkirina xeteriyên li ser xwe, ez hatime'. Gelo mebest ji xeteriyê çi ye? Yek PKK ye, ya din jî statuya Kurdistanê ye. Ma Tayyîp Erdogan beriya niha ev yek negot! Lewma wê ji vir neçin. Tenê rêyek heye ku dewleta Tirk ji vir biçe. Ew jî berxwedana gerîla ye. Ji ber vê yekê girîng e ku gelê me piştgirgiyê bide vê berxwedana pîroz. Banga me li partiyên welatparêz, saziyên civakî yên sivîl, rewşenbîr, hunermend, siyasetmedarên serbixwe ye: Di vê demê de divê em yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bînin.
Ev lîstokek e divê nexapin!
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan herî dawî jî derbarê nîqaşên nermbûnê yên li Tirkiyeyê jî ev nirxandin kirin:’’Pir eşkere ye; desthilatdariya AKP-MHP’ê tengav bûye, ji ber ku planên wan bi ser neketin. Beriya 10 salan dema bi rê ketin planên wan ên esas, ew bû ku PKK’ê têk bibin, Başûrê Kurdistanê dagir bikin û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rêveberiya Xweser tasfiye bikin. Lewma mesrafên mezin kirin, lê belê bi ser neketin. Lewma pirsgirêkên aborî zêde bûn. Li hemû Tirkiyeyê birçîtî heye. Meseleya wan a esas, ev e. Raste, xwestin rojevê biguherin, ji bo xwe zemînê ava bikin. Lewma divê mirov zêde wateyê li merhebaya ku dayîn DEM Partiyê bar neke, zêde mezin neke. Hetta hin kes dibêjin, “gelo wê pêvajoyeke nû destpê bike?” Tiştek wiha nîne. Divê ti kes xeyalên wiha neke. Ew hîna her roj Kurdan dikujin û bi cih dibin; şerek heye, li ser Rêber Apo tecrîd heye. Lewma tiştek wiha nîne. Lê belê Tayyîp Erdogan dixwaze muxalefetê li gorî xwe dîzayn bike. Gotinên muxalefetê yên weke normalbûnê û hin nêzîkatiyên wê yên têkildarî vê yekê, zemînê ji vê re çêdike. Lê belê ev desthilatdarî tengav bûye, dixwaze xwe ji vê tengaviyê rizgar bike; hewldanên wî di vî alî de ne, divê mirov vê yekê wiha fêm bike. Bi gotineke din, divê muxalefet bi van lîstokan nexape.
NAVENDA NÛÇEYAN