DAIŞ’ê ew li Rihayê jî dîlgirtine

Çarşem 23 Cotmeh 2024 - 02:40

Jina Êzidî Asya dema ji aliyê DAIŞ’ê ve hat revandin 14 salî bû. Niha ew 24 salî ye û li gel du zarokên li Navenda Paşdeşandina Demkî ya Haranê dimîne û li benda wê rojê ye ku vegere Şengalê.  Dema ku DAIŞ’ê hewl da Şengalê dagir bike, Asya hê 14 salî bû. Ew tenê yek ji wan jin û zarokên êzidî ku ye di destê DAIŞ’ê de bû. Asya niha 24 salî ye. Piştî ku DAIŞ du birayên wê qetil dike, tê desteser kirin. Ewilî wê dibin Sûriyeyê û di heman salê de bi endamek DAIŞ’ê re bi darê zorê tê zewicandin. Asya di 15 saliya xwe de diwelide. Cara duyemîn jî di sala 2019’an de diwelide. Ew endamê DAIŞ’ê ku bi darê zorê li gel Asyayê hatibû zewicandin sala 2021’an di operasyona QSD’ê ya têkibirina DAIŞ’ê de hat kuştin. Paşê Asya bi darê zorê li gel jinên DAIŞ’î derbasî Tirkiyeyê dikin. Li Rihayê tê bicihkirin û bi nasnameyek din dijî. Asya û du zarokên xwe li malek li navçeya Eyyubiyeya Rihayê tev DAIŞ’yan bi darê zorê hat ragirtin.  

Dema Asya tînin Rihayê ew bi awayekî xwe digihîne bavê xwe yê li Avusturalyayê dijî. Lê belê ji ber sedemên bêderfetiyê bi bavê xwe re danûstandinek birêkûpêk pêk nayîne. Îsal havînê statûya parastina demkî ya Asyayê hat betalkirin û wê û her du zarokên wê birin Navenda Paşde Şandinê ya Rihayê. Bavê Asyayê xwe digihîne endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) parêzer Mustafa Vefa û bi vî awayî ji keça xwe haydar dibe. 

Zarokên wê nehatine qebûl kirin

Mustafa Vefa diyar kir ku Asyayê hê jî di bin travmayên giran de ye û got:“Em 3 sal berê hîn bûn ku jina Êzidî û keçikên Êzidî li Eyyubiyeyê tên ragirtin. Asya di sala 2021’an de bi gelek jinan re diçe ber deriyê sînor. Ewilî di pêvajoyek lêkolînê de tên derbaskirin. Paşê jî bi navek cuda tên qeydkirin. Ji sala 2021’an heta sala 2024’an li vir dimîne. Dema ewil tê bi şiklekî xwe digihîne bavê xwe lê belê danûstandinek birêkûpêk nikarin bikin. Statûya parastina demkî ya Asyayê vê havînê tê betalkirin. Ew ê û her du zarokên wê dibin Navenda Paşde Şandinê ya Rihayê. Paşê li wir derfet dibîne ku telefonê veke û dîsa xwe digihîne bavê xwe. Piştre jî bavê wê xwe gihand me û em bi vî awayî daxilî pêvajoyê bûn.” Vefa anî ziman ku Asya xwest bi bavê xwe re vegere Şengalê û got ku Asya û bavê wê kengî bixwazin dikarin ji Tirkiyeyê biçin Iraqê, lê 2 zarokên wê ji aliyê Iraqê ve nehatine qebûlkirin û got:“Divê rewşa zarokan bê zelalkirin ji ber ku ew ne welatiyên Sûriyê ne û ne jî yên Iraqê ne. Daxwaza me ya sereke ew e ku Asya ji navenda hêwirîna demkî were derxistin û di dema ku ev prosedur têne kirin li cem bavê xwe bimîne. Ji ber ku em nizanin endamên DAIŞ’ê di navenda stargehê de hene yan na. Divê Asya bi lezgînî bê tedawîkirin, ji ber ku hîn jî travmayeke mezin dijî. Daxwazeke din jî ew e ku bi hikûmeta Iraqê re têkilî daynin û alîkariya mexdûran bikin. Ji bo ku wê bibin Şengalê, pêvajoyek saxlem divê bidin destpêkirin. Divê ev yek di tevahiya pêvajoyê de belav nebe. 

DAIŞ’î li Rihayê ne

Vefa destnîşan kir ku li Tirkiyeyê wek Asyayê gelek mînakên jinên dîlgirtî ku nehatine eşkerekirin hene û wiha got: “Ji ber ku li Tirkiyeyê prosedurên biqisûr tên kirin lêkolînên pêwîst nayên kirin. Ew kî ne, ji ku hatine anîn, heta kengê di bin esareta DAIŞê de mane? Rewşên bi vî rengî bi awayekî saxlem nehatine tercûmekirin. Zarok bi agahiyên ku endamên DAIŞ'ê dane li Tirkiyeyê hatine qeydkirin. Dema ew nû hatin ser sînor, ji bo gelek ji wan bi tohmeta DAIŞ'ê biryara binçavkirinê hat dayîn, lê piştî lêkolînên lezgîn, di bin parastina demkî de hatin bicihkirin û destûr hat dayîn ku li Rihayê bijîn. Di nav kesên destûra wan heye de çekdarên jin ên DAIŞ’ê jî hene."

MA/CEYLAN ŞAHÎNLÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.