Dijî tecrîdê têkoşîna hevpar a hiqûqî lazim e

Çarşem 23 Cotmeh 2024 - 02:20

Ji Girkê Legê Hiqûqnas Ebdulezîz Yûsif anî zimên bi komployê re hêzên navnetewî qanûnên navxwe û gerdûnî binpê kirine û sûcekî navnetewî kirine. Yûsif diyar kir komplo hê jî tê domandin, bang li hiqûqnasan kir ku bi berpirsyariya xwe ya pîşeyî û exlaqî li dijî tecrîda li ser Ocalan rabin û têkoşîneke hiqûqî ya hevpar bikin.

Hiqûqnas Ebdulezîz Yûsif ê ji bajarê Girkê Legê diyar kir ku dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan komployek bû ku destê gelek delwetan tê de heye.  Ebdulezîz Yûsif anî ziman ku şêwazê dîlgirtinê diyar dike ku Rêber Abdullah Ocalan rêberekî siyasî ye û hêviyên gelê herêmê temsîl dike.

Bi domdarî Yûsif destnîşan kir dîlgirtin, darizandin û pêkanînên li dijî Rêber Abdullah Ocalan li dijî peyman û qanûnên navneteweyî ne û got, "Rêbertî banga azadkirina jin û civakê dike, banga yekitiya pêkhateyan dike û dixwaze ku jêderên welat bibin malî gel. Ramanên Rêbertî ku bi mîlyonan mirovan pejirandine, ne li gorî dewletên komploger e, lewra ew dîl girtin."

Komplo tê domandin

JYûsif îşaret pê kir ku tevahî dewletên ku beşdarî komployê bûbûn komploya xwe ya li dijî qanûnên navneteweyî û mirovî didomînin û wiha pê de  çû: "Ji ber wê jî dewleta Tirk siyasetên xwe yên dijminane li dijî doza Rêber Abdullah Ocalan didomîne. "

Erkeke pîşeyî û exlaqî ye

Derheqê tecrîda li ser Ocalan Yûsif destnîşan kir mafê Rêber Abdullah Ocalan heye bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike û nameyên siyasî ji gelê re bişîne, bang li hiqûqnasan kir ku xîtabên xwe yên hiqûqî bikin yek û got: "Ev erkeke pîşeyî, exlaqî û mirovî ye. Her kes dizane komplo li dijî Rêber Abdullah Ocalan û gelê herêmê yê dilxwazê azadiyê sûc e.’’

Tirk êrîşê tînin ser binesaziyan

Hiqûqnas Yûsif diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide bi hemû rêbazan gelê Kurd tune bike û wiha pê de çû: "Ji ber wê em dibînin ku çawa komkujiyan dike, binesaziya herêmê dike armanc û û hewl dide herêmên din dagir bike. Divê partiyên Kurd û hiqûqnasên Kurd, li kêleka gelê xwe bin û rê li pêşiya siyasetên Tirkiyeyê bigirin."

Divê Ocalan azad bibe

Hiqûqnas Ebulezîz Yûsif di dawiyê de bang li hiqûqnasan kir ku sûcên dewleta Tirk belge bikin, ji raya giştî û komîteyên hiqûqî yên NY`yê re pêşkêş bikin û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bikin.

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.