Em serî natewînin

Çarşem 23 Cotmeh 2024 - 02:35

  • Rojnameger Rabîa Onver a ku ji ber şerê taybet ê li Colemêrgê teşhîr kir bû hedef, da zanîn ew ê kevneşopiya çapemeniya azad bidomînin û got:” Hikûmeta ku hewl dide polîtîkayên xwe yên şerê taybet bi darizandina me veşêre, divê xweş bizanibe ku bi cezakirina me nikarin gavê bi me paş de bide avêtin. Em serî natewînin.”

ROZA METÎNA / AMED

Nûçegîhana ajansa JINNEWS'ê Rabîa Onver di dosyaya xwe de ya bi sernavê "Şerê Taybet ê Colemêrgê" ji ber polîtîkayên şerê taybet û kesên ku fuhûş û tiryak li ser jinan ferz dikir teşhîr kir ji aliyê sîstema AKP-MHP'ê ve bû hedef. Rabîa ku îfadeya wê li Edliyeya Colemêrgê nehat girtin û hat gotin ku biryara girtinê derneketiye, piştî rojekê ji bo îfadeyê hat vexwendin. Derbarê Rabîa ku îfadeya wê li Midûriyeta Emniyetê ya Wanê hat girtin, bi îdiaya "agahiyên şaş ji raya giştî re" de lêpirsîn hat destpêkirin.

Em ê şerê taybet eşkere bikin

Rabîa bi lêv kir ku di eslê xwe de ne ew lê çapemeniya azad bûye hedef û wiha got:”Li Colemêrgê û navçeyên wê bi salane polîtîkayên şer ji aliyê hikûmetê ve tên meşandin. Ji ber ku polîtîkaya şer ji aliyê hikûmetê ve tê meşandin, lêkolîn nayê kirin. Dema mijar polîs, leşker û cerdevan be, ne pêkan e ku dewlet wan bibîne. Berovajî vê yekê, bi awayekî parastinê nêzî leşker, polîs û cerdevanên xwe dibe. Piştî berxwedana xwerêveberiyê, li herêmê şerê taybet her ku diçe mezin dibe. Ji ber ku ez ji Geverê me û li herêmê dijîm, ez bi xwe jî bi şerê taybet rû bi rû dimînim. Di nûçeyê de ku min nivîsand ez bûm hedef. Mala ku ez tevî malbata xwe tê de dijîm, bi awayekî derqanûnî bi ser de hat girtin û rasterast ji malbata min hat pirsîn, ‘Komputer û kameraya Rabîa li ku ne?’ Ji vir em fêhm dikin ku mesele ne bi rastî girtina min e, mesele ew e ku  bigihijin dîmenên wan hevdîtinan ku min bi malbatên ku fuhûş û tiryak li wan hatiye ferzkikirin re kiribû . Yê ku li vir hedef tê girtin ne ez bixwe, çapemeniya azad e. Em çiqasî bibin hedef jî em ê polîtîkayên şerê taybet eşkere bikin.”

Em serî natewînin

Rabîa bi lêv kir ku hewldana hikumetê ew e ku gavê bi rojnamegeran paş de bide avêtin û wiha dewam kir:”Hikûmeta ku endamên polîtîkayên şerê taybet ceza nake, hedefa xwe dibe ser rojnamegerên ku şerê taybet teşîr dike. Weke ku rojnamevan şerê taybet dikin dijminatiyê li hemberî wan nîşan dide. Dema yên şerê taybet dikin endamên hikûmetê bin, em nikarin tu cezayekê bibînin. Berovajî vê yekê ji bo parastina leşker û polîsan tayîna wan birin cihên din. Hewl didin rojnamegeran bixin girtîgehê an jî lêpirsînekê vekin, ev jî wan dide fikirandin ku wê rojnameger gavê paşde bavêjin, lê tiştek heye ku ew nizanin kevneşopiya çapemeniya azad serî li ber şerên taybet, komkujiyan netewandiye an jî bi salan e hukûmet zextan dike lê rojnamegeran gav paşde neavêtiye. Hikûmeta ku hewl dide polîtîkayên xwe yên şerê taybet bi darizandina me veşêre, divê baş bizane ku bi cezakirina me nikarin gavê bi me paşde bide avêtin. Em serî natewînin.”

Em ê mîrateya hevalên xwe bidomînin

Rabîa da zanîn li her qadê êrişên sîstematîk li dijî jinan tê kirin û wiha pê de çû:”Sîstema AKP-MHP'ê ne tenê çapemeniyê, her qadên ku jin lê cih digirin jî êrîşa xwe pêk tîne. Bi vî awayî tevlîbûna jinan a li her qadê desthilatdariyê ditirsîne. Hemû kedkarên çapemeniya azad, bi taybetî jî jinên Kurd ên rojnameger bi îdianameyên çêkirî û lêpirsînên bêbingeh hewl didin bên tirsandin û zext li wan bê kirin. Çapemeniya azad kevneşopiya çapemeniya azad ji Mûsa Anter, Gurbetelli Ersoz, Nagihan Akarsel, Dîlovan Gever, Nûjiyan Erhan û gelekên din heta roja îro hatiye. Îro ev meşale di destê me de ye û em bi biryar in ku heta dawiyê vê kevneşopiyê bidomînin. Rojnameger Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ên di êrîşa hewayî ya dawî ya li Başûrê Kurdistanê  jiyana xwe ji dest dabûn kedkarên çapemeniya azad bûn û êrişa li ser wan dewamiya êrişên li ser çapemeniya azad e.’’

Rabîa herî dawî got zext û zordariya li ser rojnamegerên ne tenê li derve her wiha li girtîgehan jî tê domandin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.