Xeta berxwedanê ya Berîtanê

Duşem 27 Cotmeh 2025 - 03:30

Gerîlayên YJA Starê şehîd Bêrîtana ku bi xeta berxwedan û têkoşîna azadiyê ya ji bo bi hezaran jinan bûye çavkaniya îlhamê, di salvegera 33’yemîn de bi bîr anîn û dan zanîn ku ew li ser şopa Bêrîtan têdikoşin û mîrateya berxwedanê heta îro anîne.

Bi hatina 25’ê Cotmehê re salvegera şehadeta yek ji pêşeng û fermandara têkoşîna azadiyê, Bêrîtan Hêvî, ango bi navê xwe yê dinê Gulnaz Karataş di salvegera xwe ya 33'yemîn de, li hemû qadên gerîla de hate bi bîranîn. Wek tê zanîn Bêrîtan yek ji pêşenga tevgera Apoyî ye ku bi sekna xwe ya berxwedêr, bi serî rakirina xwe li hemberî îxanetkarên him hûndirîn, him jî yên ji derve ve îro ji bo tevahî jinên cîhanê bûye modelek nû ya têkoşîna azadiyê. Bûye xeteke azadiyê ku mînaka wê di cîhanê de nayê dîtin. Di pêvajoyekî ku di nava tevgera Apoyî de, herî zêde kesayetên binkeftî, kesayetên ku ji serkeftinê nebawer ku hişmendiya mêrê binkeftî ji xwere esas digre, ango fereseta ku jin weke hebûn nahesibîne, bê bawer nêz dibe û gelek mînakên bi vî awayî ku li hemberî jina Kurd dihate raber kirin, fermandara gerîla Bêrîtan bi sekna xwe ya Apoyî, ev ferasetên ji dervî azadiyê şikand û bi piratîk û şerê xwe ve da diyar kirin ku jina ku şer dike, azad dibe, azad dibe xweşik dibe, xweşik dibe tê heskirin.

Yek ji gerîlayeke din a YJA Starê, Zîlan Aydin Toran li ser bîranîna salvegera fermandara xwe bi van gotinan bi bîr anî û wiha got; ‘’Em jî weke şervanekê YJA STAR'ê, weke şervaneke tevgera Apoyî, niha li ser şopa rêheval Bêrîtan, li ser şopa berxwedana wê, dixwazin bimeşin têkoşîna wê didin. Her kes dizane ku rêheval Bêrîtan li hemberî, xeta îxanetkar a PDK’ê, xeta tasfiyê ya hûndirîn, têkoşînek mezin da meşandin. Bedelek giranbûha da. Di şopa berxwedanê, azadiyê û bîrdoziya Rêber Apo de, têkoşîna xwe bilind kir heta gihîşt asta şehadete. Di rojek herî pîroz de, çalakiyek bi rûmet kir û xwe di zinaran de avêt. Bi rastî em jî weke jinekî Kurd, wekî milîtaneke Apoyî, dixwazin rêheval Bêrîtan di şexsê xwe û kesayetê xwe de, zindî bikin û bibin jiyîn."

Yek ji gerîlayên YJA Starê, Eylem Harûn ji bo salvegera şehadeta fermandar Bêrîtan Hêvî, ango bi navê xwe yê dinê, Gulnaz Karataş bi bîr anî  û wiha got; ‘’Bi wesîleya salvegera fermandara me a mezin, rêheval Bêrîtan bi navê xwe yê dinê, Gulnaz Karataş em bi bîrtînin. Di şexsê rêheval Bêrîtan de, tevahî şehîdên şoreşê bi bîrtînin û bejna xwe li beranberî wan ditewînin. Wek tê zanîn, rêheval Bêrîtan weke fermandara me, di nava tevgera me de rolek wê ya girîng heye. Em jî weke gerîlayên YJA Starê, di şexsê fermandara xwe de bikaribin gavakî bavêjin û têkoşînekî xurt bidin meşandin. Rêheval Bêrîtan di dîroka tevgera me ya azadiyê de, li hemberî îxanetkaran, tasfiyekaran têkoşînekî di asta herî jor de daye meşandin. Ruxmî hemû zor û zehmetiyan û teknîka herî pêşketî ku li dijî me hatiye bi kar anîn, berxwedaniyekî bê hempa hatiye meşandin. Pêwîst e weke jin li hemberî hemû cûreyên êrîşê yê ku ji hêla mêr ve tê meşandin, jin bikaribe xwe bi rêxistin bike û têkoşîna wê bide meşandin. Ji bo bikaribin xwedî li vê pêvajoyê derbikevin.’’

ANF/VEJÎN ARARAT-LALEŞ RÊNAS/BÊHDÎNAN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.