Dilsoziya Tevgera Azadiyê ya Aştiyê!
Duşem 27 Cotmeh 2025 - 03:50

- Tevgera Azadiyê ya Kurd ku ji bo çareseriya demokratîk a aştiyane beriya vê jî gelek caran agirbestên yek alî û du caran biryara vekişandinê wergirt. Tevgera azadiyê vê carê jî biryardariya xwe ya di vê çarçoveyê de cara sêyemîn nîşanda.
Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurd, derbarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li Qendîlê daxuyaniyeke girîng da. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku di çarçoveya biryarên Kongreya 12’an a PKK’ê û bi erêkirina Rêber APO, Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê, dest bi vekişandina Herêmên Parastinê Yên Medyayê kirin. Di çarçoveyê de 25 gerîlayên HPG’ê û YJA Starê ku paşve kişiyabûn, tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku tevî nêzîkbûnên kêm jî, ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ber bi qonaxa duyemîn ve bibin, gavên pratîkî yên nû yên pêşîlêvekirinê hatine avêtin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:’’Di vê çarçoveyê de li ser bingeha biryarên Kongreya 12’an, em hemû hêzên xwe yên ku li nav sînorên Tirkiyeyê de xeteriya şer ava dikin û ji bo hercure provokasyonan vekirîne, vedikişînin Qadên Parastinê Yên Medyayê. Û vê yekê jî em li ser bingeha erêkirina Rêber Abdullah Ocalan pêk tînin.’’ Tevgera Azadiya Kurdistanê îşaret bi wê yekê kir ku ew biryardarî û helwesta xwe ya zelal a pêkanîna biryarên kongreyê datînin holê. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku divê hiqûqa derbasbûnê ya li gorî PKK’ê were esas girtin. Ji bo bikaribin derbasî siyaseta demokratîk bibin, bêyî dereng bikevin, qanûnên azadiyê û entegrasyona demokratîk bên derxistin û nêzîkbûna siyasî û hiqûqî were nîşandan. Ev pêngava yekem a PKK’ê nîne. Di demên cuda de, ji bo çareseriya demokratîk a meseleya Kurd a li ser bingeha aştiyane, bi bangawazî û hewldanên Rêber APO pêvajoyên paşvekişandinê hatin jiyan kirin. Di banga 15’ê Nîsana 1993’an a Rêber APO ya agirbesta yekemîn de, banga çareseriya li ser zemînê siyasî û hiqûqî ya meseleya kurd hate kirin. Di pêvajoyên 1995 û 1998’an ên agirbestê û di pêvajoya agirbestê û paşvekişandinê ya 1999’an de jî, bang û hewldanên derbarê çareseriya aştiyane ya demokratîk hate kirin.
Pêvajoya paşvekişandinê ya 99’an
Piştî bangên agirbestê yên yekalî yên 93,95 û 98’an, paşpêvajoya paşvekişandinê ya destpêkê di sala 1999’an pêk hat. Piştî dîlgirtina Rêber APO ya 15’ê Sibata 1999’an, Rêber APO di 2’ê Tbaxê de banga paşvekişandina hêzên PKK’ê yên derveyî sînorên Tirkiyeyê kir û di 1’ê Îlonê de jî cara 4’an agirbesta yekalî kir. Di dema paşvekişandinê de, di kemînên leşkerên Tirk de gelek gerîla şehîd bûn. Herwiha Ocalan weke nîşaneya niyeta baş, di heman bangê de, xwest ku komên aştiyê bêne Tirkiyeyê. Piştî vê bangê Ji Qendîl û Ewrûpayê du komên aştiyê ku ji 8 kesan pêk dihatin, hatin Tirkiyeyê. Lê hin endamên komên aştiyê, piştî ku hatin Tirkiyeyê bi hincetên cuda hatin girtin. Piştî van geşedanan, ji ber dewletê tu gav neavêtin, pêvajo di 1’ê Hezîrana 2004’an de xerabû.
Hewldanên Ocalan ên Ocalan dewam kir
Piştî xerabûna agirbestê, hewldanên Rêber APO yên derbarê çareseriya demokratîk de dewam kirin. Di vê çarçoveyê de 20’ê Çileya 2000’an de ‘Projeya Aştiyê’, di 4’ê Mijdara 2000’an de ‘Pîlana Çalakiyên Lezgîn ên ji bo Demokrasî û Aştiyê’, di 19’ê Hezîrana 2001’an de ji bo pêvajoya şer a nû nekeve rojevê û pêvajoya çareseriyê pêş bikeve, danezana daxwazên lezgîn û di dawiya sala 2002’an de jî 2 caran ji bo serokomar, serokê meclîsê, serokwezîr, serokê artêşê û hemû partiyên siyasî re, derbarê çareseriya meseleya Kurd name hatin şandin.
Koma duyemîn a Aştiyê
Rêber APO di salên 2006 û 2009’an de jî agirbesta yekalî ragihand. Bi taybetî di sala 2009’an de Rêber APO destnîşan kir ku ji ber operasyonên siyasî yên li dijî rêveberên DTP, BDP’ê, şaredaran, rojnamevanan, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, hatin kirin, di siyaseta demokratîk de xitimandineke cidî tê jiyan kirin. Ji bo pêşî li pêvajoyê were vekirin, bang kir ku komên aştiyê bêne Tirkiyeyê. Li ser banga Rêber APO, di 19’ê Cotmeha 2009’an ji Qendîlê û Wargeha Penaberan a Mexmûrê, Koma Aştiyê û Çareseriya Demokratîk ku 4 jê zarok ji 34 kesan pêk dihat, ji deriyê sînor ê Xabûrê derbasî Tirkiyeyê bûn. Lê ev kom jî rûbirûyê girtin û darizandinê bûn.
Ji KCK’ê pîlana aştiyê ya ji 4 madeyan
KCK’ê di 1’ê Hezîrana 2010’an de daxuyaniyek da û destnîşan kir ku hemû gavên ji aliyê Rêber APO û tevgera wan ku ji bo çareseriya demokratîk û aştiyê tên avêtin, ji aliyê AKP’ê ve tên vala derxistin, ew biryara bêçalakiyê ku di 13’ê Nîsana 2009’an de bi yekalî ragihandibûn bidawî kirine. Rêber APO jî ji bo bibe wesîleya pêvajoya diyalog û muzakereyan, pêşniyar kir ku pêvajoya bêçalakiyê bê destpêkirin. Konseya Rêveber a KCK’ê jî ragihand ku ji nû ve biryara agirbestê ragihandine û bang kirin ku ev pêvajo bibe pêvajoya agirbesta dualî. KCK’ê ji bo agirbest mayînde bibe, ‘Pîlana Aştiyê’ ya ji 4 madeyan pêk dihat ragihand. Lê desthilatdariya AKP’ê li hemberî biryara agirbestê û bangan bêdeng ma, tevgerên leşkerî dewam kirin û ji ber hin provokasyonan pêvajoya şer jinûve destpêkir.
2013: Pêvajoya paşvekişandinê ya duyemîn
Greva birçîbûnê ya girtiyên PKK’ê û PAJK’ê li girtîgehan destpêkirin, careke din nîqaşên çareseriyê xiste rojevê û hevdîtinên li gel Rêber APO û hikûmetê careke din destpêkirin. Di 21’ê Adara 2013’an de pêyama dîrokî ya Rêber APO li Newroza Amedê hate xwendin. Rêber APO di nameya xwe de got:’’Îro qonaxeke nû destpê dike. Ji pêvajoya berxwedana çekdarî, ber bi pêvajoya siyaseta demokratîk derî tê vekirin.’’ û banga paşvekişandinê kir. Piştî banga Rêber APO bi demeke kurt, KCK’ê bersiv da bangê û di 23’ê Adarê de tevgerê careke din agirbest ragihand. Di 8’ê Gulanê de jî pêvajoya paşvekişandinê destpê kir. Di vê pêvajoyê de koma destpêkê ya gerîla ku ji 13 kesan pêk dihat, ji herêma Elkê derbasî herêma Metîna ya Başûrê Kurdistanê bû. Ji ber dîsa hikûmetê gav neavêt û êrişan berdewam kir, 9’ê Îlonê KCK’ê daxuyaniyeke girîng da. KCK’ê ragihand ku wan paşvekişandina gerîlayên ku di nav sînorê Tirkiyeyê de ne, rawestandine. Pêvajo piştî ku hikûmetê ‘maseya çareseriyê’ qeliband, bidawî bû û heta 1’ê Adara 2025’an pêvajoya şer dewam kir.
MA/DÎREN YURTSEVER













