Cezayên nû li 5 girtiyên jin

Çarşem 23 Cotmeh 2024 - 02:55

Kampanyaya Azadî ji bo Pexşan Ezîzî ragihand ku rejîma Îranê Pexşan Ezîzî, Werîşe Mûradî û Nêrgis Mihemedî jî di nav de, li 5 jinan cezayên nû birrîne. Kampanyaya Azadî ji bo Pexşan Ezîzî, li ser malpera xwe ya tora civakî, derbarê rewşa girtiyên siyasî yên jin ên di girtîgeha Evîn de daxuyaniyek weşand.

Li gorî daxuyaniyê, Dadgeha Keyfer 2 a Komeleya Dadwerî ya Quds a Tahranê ya bi serokatiya Dadwer Ebulfezil Amirî, li 5 jinên di girtîgeha Evîn de, cezayên nû li ser cezayên wan hatine zêdekirin. Hate gotin ku cezayê 6 mehên din li Werîşe Mûradî, Pexşan Ezîzî, Mehbube Rezayî û Nêrgîs Mihemedî, bi hêceta ‘guh nedana fermanan’ hatiye birrîn. Herwiha Perîweş Moslim jî bi hinceta ‘têkdana ewlekariya girtîgehê’ 3 meh û yek roj cezayê girtîgehê hatiye birrîn.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.