Rêveberiya Xweser rizgariya jinan e

Çarşem 23 Cotmeh 2024 - 02:05

Hevseroka Desteya Karên Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Meryem El Îbrahîm bi wesîleya salvegera 7'an a rizgarkirina bajarê Reqayê ji DAÎŞ'ê axivî. Meryem diyar kir Reqa di serdema DAIŞ’ê de bûbû dojeha civakê û jinan, bi pêşengiya QSD’ê bi têkşikandina DAIŞ’ê re jiyana demokratîk ava bûye û got, ‘’Gel li nava sîstema demokratîk jiyana xwe ava kir. Jin tevlî her qada jiyanê bûn. Rêveberiya Xweser ji bo jinan hemûyan bû rêya rizgariyê ye.’’

Meryem El Îbrahîm diyar kir ku Reqa ji aliyê çandî û civakî ve bajarekî dewlemend e û anî ziman ku DAÎŞ'ê dest danî ser vê dewlemendiyê, hewl da qirkirina gelan a li herêmê ji vî bajarî destpê bike, lewma jî Reqa ji xwe re weke paytext hilbijart.

Hevseroka Desteya Karên Civakî Meryem El Îbrahîm anî zimên bi destpêkirina krîza Sûriyê re pêşî ‘OSO’ ketiye Reqayê, gelê Reqayê dît ku komên çete yên mîna ‘OSO’ çareseriyê ji bo gel nayînin û gel nexwest ku komên çete yên mîna ‘OSO’ li Reqayê bimînin û Piştî demekê DAÎŞ kete nava Reqayê, destpêkê komên OSO û çeteyên DAÎŞ'ê bi hev re tevdigeriyane û piştî demekê bi hev ketin û DAIŞ’ê piraniya ‘OSO’yê ji hev belav kir. 

Ji bo jinan bûbû dojeh

Derheqê dema DAIŞ’ê ya li Reqayê El Îbrahîm got,’’Civak nava tarîtiyekê de hate mehkûmkirin. Di nava vê tarîtiyê de bûyerên bi serê jinan hatin gelekî giran bûn. Mafê jiyanê nedidan jinan. Li Reqayê jiyan ji bo jinan êdî mîna dojehê bû, êş û êşkenceyeke bêdawî bû. Li qadan serê mirovan dihatin jêkirin û ev yek rojane dihate kirin. Nedihiştin ku zarokên Reqayê biçin dibistanê.’’

Xwest şerê Kurd-Ereban geş bike

Îbrahîm bi domdarî destnîşan kir Reqa mozaîka gelan bû, ji her dîn, çandî civak lê dijiyan, weke Çerkez, Ermen, Kurd, Ereb, Sûryan, DAIŞ’ê xwest ku vê mozaîkê tine bike û yek ji polîtîkaya sereke ya DAIŞ’ê jî ew bû ku şerê Kurd-Ereban gur bike. 

Îbrahîm got,’’DAÎŞ jixwe wê demê xwestibû Kurdan hemûyî ji Reqayê derxîne û bi eşkere digotin, wê Kurdan tine bikin. Her wiha Reqayê li hemberî gelek polîtîkayên dewleta Tirk her tim li ber xwe da û ti carî serî netewand. Belavkirina vê potansiyela li Reqayê ne tenê bi kêrî DAÎŞ'ê dihat, di heman demê de bi kêrî dewleta Tirk û hin hêzên din ên navneteweyî jî dihat.’’

Tenê QSD’ê karîbû DAIŞ’ê ji Reqa derîne

Meryem El Îbrahîm destnîşan kir ku ji bo DAÎŞ ji xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê derxistin têkoşîneke gelekî mezin hate meşandin û got, "Ji bilî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ku zarokên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne, kesî nikarîbû DAÎŞ'ê ji vê xakê derxîne. Hêzên navneteweyî tenê li rewşê temaşe dikirin, hin dewletên herêmî yên mîna dewleta Tirk jî ji bo vê hovîtiyê hîn kûr bikin bi her awayî piştgirî dan DAÎŞ'ê. Hikumeta Şamê jî bi heman rengî li rewşê temaşe dikir. Lê belê ji destpêka şoreşê û pê ve tenê wan li dijî DAÎŞ'ê û piştevanên wan têkoşîneke bêeman meşandin. Xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pey hev rizgar kirin û bi pêngava Reqayê re DAÎŞ'ê cihê herî stratejîk ku kiribû paytexta xwe, ji dest da.

Sîstema demokratîk ava bû

Li Reqayê şaneyên razayî yên DAÎŞ'ê gelekî belav dibûn. Ji bo astengkirina vê jî tedbîrên ewlekariyê hatin zêdekirin. Nirxên civakê hatin parastin. Deriyên dibistanan ji nûv e li xwendekaran hatin vekirin, perwerdeyê dewam kir. Zarok ji nû ve zarokatiya xwe jiyan. Gel li nava sîstema demokratîk jiyana xwe ava kir. Jin tevlî her qada jiyanê bûn. Bi tecrûbeyên xwe dikarim vê bibêjim; Rêveberiya Xweser ji bo jinan hemûyan bû rêya rizgariyê ye.’’

ANF/OMER HORO-HÎVDA HEBÛN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.