Berhevkirina zeytûnan dest pê kir

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 14 Mijdar 2024 - 00:23

Berhevkirina zeytûnan a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya îsal dest pê kir. Lê belê cotkarên kantona Firatê ji êrişê dewleta tirk a dagirker bi bandor dibin û bi rehetî nikarin zeytûnên xwe bidin hev.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berhevkirina zeytûnan dest pê kir. Wek kevneşopekê, piştî barana pêşîn a dawiya payîzê û destpêka zivistanê, cotkar dest bi çinîn û berhevkirina zeytûnan dikin.

Li kantona Firatê ku darên zeytûnan wek çandiniyeke nû ketiye herêmê, cotkaran dest bi çinînê kir. Cotkarên herêmê ji ber êrişên dewleta tirk a dagirker bi fikar diçin nava zeviyan.

Cotkar Meryem Mihemed a ji gundê Bûbanê yê Kobanê, 600 darên zeytûnan çandine û niha dest bi berhevkirina zeytûnan kiriye. Meryem dibêje berhema 600 darên zeytûnan têra debara malbatekê dike, lê îsal zeytûn ji par kêmtir in.

Darên zeytûnan du salan carekê berhemê didin, lewre salekê berhema wan kêm e salekê jî zêde ye. Lê Meryem dibêje ku îsal di dema vebûna kulîlkan de bayê kur li herêmê rabû û kulîlkên daran weşiyan, lewre berhema îsal kêmî ya par e.

Ji ber êrişan nikarin zeytûnan bihevdin

Gelek zeviyên darên zeytûnan ên gundên Kobanê li nêzî sînor in. Dewleta tirk a dagirker nahêle cotkar û paleyên berhevkirina zeytûnan herin nav zeviyên xwe.

Meryem Mihemed destnîşan kir ku cotkar dema diçin nava zeviyên zeytûnan rastî gulebarana leşkerên tirk tên, lewre welatî bi tirs diçin nava zeviyan û carinan jî nikarin herin.

Her wiha cotkar ji bo peydakirina paleyên berhevkirina zeytûnan jî zehmetiyê dikşînin, ji ber ku pale newêrin herin nav zeviyan û kar bikin.

ANHA/KOBANÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.