Azadiya Ocalan jiyanî ye

Pêncşem 21 Mijdar 2024 - 02:55

1500 parêzerên ku ji 30’î zêdetir welatî ji bo ku bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin, serî li Wezareta Dadê ya Tirk dabûn. Yek ji van jî parêzera Elman Heike Geisweid e. Parêzer Heike Geisweid têkildarî tecrîda mutlaq a li ser Rêber Apo û “Mafê hêviyê” ji ANF’ê re axivî.  Hiqûqnasa Elman Heike Geisweid anî ziman ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ên ji bo Ocalan dabû hene û pêk nayên û got:“Abdullah Ocalan ev 25 sal in di girtîgehê de ye û piraniya vê demê li girava Îmraliyê di hucreya yek kesî de derbas kir. Têkiliya Ocalan bi 4 girtiyên din re kêm e û ji sala 2019’an ve nikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Ocalan rojê 23 saetan di bin kîlîtê de tê girtin. Rewşa heyî li dijî hiqûqa navneteweyî ye û bi ti awayî nayê qebûlkirin. Divê şert û mercên girtîgehê bên başkirin.”

Helwesta Ewrûpayê şerm e!

Heike Geisweid bal kişand ser biryara "Mafê hêviyê" ya ku di sala 2014'an de ji aliyê DMME'yê ve hat dayîn û got:“Ev tê wateya kesê ku cezayê muebetê lê hatiye birîn, neyê berdan. Bi vê re xala 3’yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) binpê dike. Ev xal qedexekirina êşkence û muameleya biçûkxistinê vedihewîne. Tirkiyeyê vê biryarê nexistiye nav pergala hiqûqê. Konseya Ewropayê û Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) bi qasî tê xwestin zext nekirin. Yekîtiya Ewropayê jî ji ber têkiliyên siyasî û aborî xwe ji zextên li ser Tirkiyeyê dûr xist û dewletên rojavayî bêdeng man. Şerm e ku raya giştî ya cîhanê vê rewşê qebûl dike û paşguh dike.”

Dikare çareseriyê pêk bîne

Hiqûqnasa Elman Heike Geisweid li ser rol û mîsyona Rêber APO ya di çareseriya pirsgirêka Kurd de jî nirxandin kir û got:“Tecrîd ne tenê li ser Ocalan e, li ser girtiyên siyasî jî tê meşandin. Abdullah Ocalan ne tenê girtiyek e, di çareseriya pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê de jî roleke sereke dilîze. Eger li Tirkiyeyê çareserî ji pirsgirêka Kurd re bê dîtin, ev yek tenê bi muzakereyên bi Abdullah Ocalan re pêkan e. Ji bo vê jî azadiya Ocalan gelekî girîng e û jiyanî ye.” Hike Geisweid diyar kir ku wan bi kampanyayeke bi îmzeya 1500 parêzerên ji 30 welatên cîhanê nameyek ji Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê re nivîsandin û wiha bi dawî kir:“Ocalan 25 sal in di girtîgehê de ye û yek ji girtiyên ku herî zêde di girtîgehê de maye ye. Divê hemû civaka navneteweyî ji bo parastina mafên mirovan li dijî Tirkiyeyê bikevin nava tevgerê û zextên siyasî li hikûmeta Tirkiyeyê bikin. Abdullah Ocalan di nava kesên ku divê pêşî bê berdan de ye. Azadiya Ocalan ne tenê pirseke mirovî ye, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li herêmê jî gaveke jiyanî ye.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.