Dozgeriyê talan pejirand!
Pêncşem 21 Mijdar 2024 - 02:45
Birrîn û talana daran a li Herêma Bestayê ya Şirnexê û çiyayên Cûdî û Gabarê ku 4 sal berê hatibû destpêkirin didome. Heman talan niha li herêma Qeşûra ya navçeya Qilebanê û Geliyê Bêtkarê yê gundê Elemûnê yê Elkê belav bûye. Komîsyona Hawirdorê ya Baroya Şirnexê ji ber birrîna daran, di 12’ê Tîrmehê de li Serdozgeriya Komarê ya Elkê giliyê Midûriyeta Daristanan a Şirnexê kir. Baroyê di serlêdana xwe de xwest ku derheqê bepirsyarên vê talanê de lêpirsîn were destpêkirin û wiha got:“Me tespît kir ku di nava mehên Sibat û Îlonê de ango di 7 mehan de ji sedî 8’ê daristanên bajarê Şirnexê hatine birrîn. Em dixwazin derheqê berpirsyaran de tiştên pêwîst bên kirin.” Li ser daxwaza Serdozgeriyê, Midûriyeta Daristanan a Bajar têkildarî mijarê daxwaznameyek nivîsand. Midûriyetê îdia kir ku li cihê behsa xeberê dar nayên birrîn û xebatên birrîna daran jî li gorî mewzûatê tên kirin. Her wiha midûriyetê îdia kir ku di navbera salên 2021 û 2024’ê de daristanên Şirnexê kêm nebûne û “kar û barê birîna daran li gorî hiqûqê tê kirin.”
Dozgeriyê jî daxwaznameya midûriyetê esas girt û îdiaya “Dar li gorî hiqûqê hatine birrîn” kir. Dozgeriyê, biryara “Hewce nake derheqê îdiayên Baroya Şirnexê û saziyên cemaweriyê yên navê wan tê gotin de lêpirsîn were destpêkirin.” Baro rê li dijî biryara hatiye dayin îtîrazê bike.
MA/ZEYNEP DURGUT