Ewladê leheng ê gelê me yê Ereb
Pêncşem 21 Mijdar 2024 - 03:05
HPG’ê nasnameya gerîlayê şehîd eşkere kir û got:“Em car din dubare dikin ku em ê bibin şopdarê xeyalên hevrêyê xwe Ezîz û di şexsê wî de em li ber bîranîna hemû şehîdên xwe, bejna xwe bi rêzdarî ditewînin.” Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:“Zarokê wêrek ê gelê me yê Ereb, milîtanê Apoyî yê hêja hevrê Ezîz Mûsil 28’ê Hezîrana 2024’an li herêma Metînayê di êrîşeke dijmin de şehîd bû.
Li dijî tarîtiya DAÎŞ’ê gelê me yê Ereb bi roja me Rêber Apo re ronî bû. Milîtanê hêja yê gelê me yê Ereb hevrê Ezîz gelê Kurd weke xwişk-bira dizanî û fêm kir ku azadiya gelê Kurd demokratîkbûn û azadiya hemû Rojhilata Navîn e. Hevrêyê me Ezîz xwezaya bêhempa ya çiyayên Kurdistanê heta hemû hucreyên xwe hîs kir û her roja borî bi çiyayan re bû yek, bû milîtanekî mînak. Projeya Netewa Demokratîk a Rêber Apo bi hemû hûrgiliyan di nava xwe de hewand û ji bo pêkhatina wê bênavber têkoşiya. Hevrêyê me bi kesayeta xwe ya sade, durist û xwezayî bû milîtanekî Apoyî û ji hemû ciwanên Ereb re bû mînak. Di serî de malbata hêja ya hevrêyê me Ezîz Mûsil, em ji gelên me yên Ereb û Kurdistanê yên welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Heta ku em projeya Rojhilata Navîn a Konfederal a Demokratîk a ku xeyala hevrêyê me Ezîz e, pêk tînin, em soz didin ku têkoşîna xwe bi biryardarî bidomînin.
Hevrêyê me Ezîz li Mûsilê weke ferdekî malbateke Ereb hate dinê. Di sala 2017’an de, tevlî nava refên têkoşînê bû. Bi hevrêtiya xwe ya samîmî, dilnizm û durist weke milîtanekî mînak cihê xwe di dîroka me ya têkoşînê de girt. Xwest perwerdeyên ku wergirtî, di her kêliya jiyanê de pêk bîne. Bi tevlîbûna xwe ya bi moral, kelecan, dînamîk û ciwan re hezkirina hevrêyên xwe qezenc kir. Hevrêyê me Ezîz li dijî tevgera dagirkeriyê ya ku dewleta Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dayî destpêkirin, bi fedayiyane şer kir û tevlî artêşa nemiran bû. Di dîroka têkoşîna me de, şopên ku neyên jêbirin, hişt.”
Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyê me Ezîz Mûsil, bi vî rengî ne:
Ezîz Mûsil (Rakan Casim Xidir), li Mûsilê jidayîk bûye, 28’ê Hezîrana 2024’an li Metîna şehîd bû.
BEHDÎNAN