Di demên dawî de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek ciwanên behremend di warê stran û muzîkê û beşên din ên hunerê de derketin ku jêhatîbûna ciwanan nîşand dide. Her wiha dibe egera parastin folklor û kelepora herêmê. Navendên çand û hunerê jî piştgiriya van behremendan kir.
Ciwanê bi navê Mihemed Umer ê 16 salî yek ji wan behremendan e ku ji zarokatiya xwe ve dest bi rêwîtiya xwe ya hunerî kiriye. Umer li bajarê Dirbêsiyê ji dayik bûye, lê dema ew biçûk bû malbata wî çû bajarê Amûdê yê kantona Cizîrê û ew jî li wir mezin bû.
Mihemed ji salên xwe yên destpêkê ve ji lêxistina tembûrê hez dikir, malbata wî, bi taybetî dapîra wî piştgiriya wî kir. Berî 5 salan, ew tev li Navenda Tevgera Çand û Hunerê ya Amûdê bû û jêhatîbûna xwe di lêxistina tembûrê de bi pêş xist, her wiha bi alîkariya hunermend û mamosteyên muzîkê li navendê karîn û behremendiya xwe ya stranan jî bi pêş xist. Umer dibêjê ew spasdarê piştgirî û alîkariya mamosteyên xwe ye.
Mihemed bi alîkariya hunermendekî li bajarê Qamişlo vîdeoklîba xwe ya yekem weşand, di wê stranê de banga mayîna li welat dike. Mihemed Umer bi hêvî ye ku di warê stranbêjî û muzîkê de behremendiya xwe bi pêş bixe, da ku bikare mohra xwe li cîhana muzîk û hunerê bihêle.
ANHA/HESEKÊ