Pirtûka Rêber Ocalan hat wergerandin
Pêncşem 21 Mijdar 2024 - 02:05
Bergê sêyemîn ê rêzepirtûkên 'Manîfestoya Şaredariya Demokratîk' ên Rêberê Gelê Kurd bi hevkariya Weşanxaneya Katalan, Descontrol û Weşanxaneya Meyman bi zimanê Spanî hate wergerandin.
Bergê sêyemîn ê pirtûka bi navê 'Manîfestoya Şaredariya Demokratîk' a Rêberê Gelê Kurd meha Mijdarê bi hevkariya weşanxaneya Katalan Descontrol û weşanxaneya Meyman ve hate weşandin.
Rêberê Gelê Kurd di Sosyolojiya Azadiyê de ji bo çareseriya pirsgirêkên herî lezgîn ên sedsala 21'ê rêbazekê pêşkêş dike.
Rêberê Gelê Kurd di pirtûka xwe ya bi navê Sosyolojiya Azadiyê de ji bo avakirina alternatîfekê ji modernîteya kapîtalîst, hîmên esasî û şênber ên modernîteya demokratîk di berhema xwe ya ji 520 rûpelî de vedibêje.
Di pirtûkê de 12 pirsgirêkên civakî yên bingehîn pênase dike ku krîza modernîteya kapîtalîst nîşan didin: desthilatdarî û dewlet, exlaq û siyaset, mejî, aborî, endustriyalîzm, ekolojî, zayendîperestî, malbat, jin û pirsgirêka serjimarê, bajarbûyîn, çîn, burokrasî, perwerde û tenduristî, mîlîtarîzm û herî dawî jî pirsgirêka aştî û demokrasiyê.
Rêberê Gelê Kurd destnîşan dike ku ev pirsgirêk hemû pêwendiya xwe bi hev re heye û xwe dispêre heman çavkaniyê, yanî dewletê, desthilatdariyê, kuştina civakê.
Pirtûk ji vê navnîşanê dikare bê xwestin: https://descontrol.cat/portfolio/sociologia-de-la-libertad/.
Her wiha di demeke nêz de ji malpera înternetê ya Weşanxaneya Meyman meyman.org û pirtukxane.net dikare bê peydakirin.
NAVENDA NÛÇEYAN