Çareseriya pirsgirêkan rêxistinbûn e
Pêncşem 21 Mijdar 2024 - 02:25
- Hevseroka Rêveberiya Xweser a Şengalê Cîhan Celo li dijî tundiyê bal bir ser girîngiya rêxistinbûyinê û wiha got:"Yekane rêya çareseriya pirsgirêkan birêxistinkirina di bin sîwaneya TAJÊ de ye. Her wiha em bang li jinên ku di wargehan de dijîn dikin ku bila vegerin ser axa xwe. Li ser axa xwe li ber xwe bidin û têbikoşin. Em dikarin li vir li dijî fermanan derkevin."
Di 5'ê Mijdarê de Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi dirûşma "Li dijî şîdeta li ser jinan, Jin Jiyan Azadî" kampanyayek bi minasebeta 25'ê Mijdarê da destpêkirin. Kampanya dê heta 25’ê Mijdarê bidome. Di çarçoveya kampanyayê de li gund û bajêr xebatên taybet tên meşandin. Di xebatan de jin balê dikişînin ser xweparastina li dijî tundiyê û girîngiya rêxistinbûnê.
Derbarê mijarê de Hevseroka Rêveberiya Xweser a Şengalê Cîhan Celo bal kişand ser berxwedan û rêxistinbûna jinan.
Jinên êzidî pêşiya fermanê girtin
Cîhan Celo, wiha behsa rewşa jinan a Şengalê kir: “Rewşa me ya jinên Şengalê li ber çavên cîhanê ye û diyar e. 10 sal bi ser fermanê re derbas bû. Di şexsê jinan de xwestin tundiyê li civakê bikin û civakê tune bikin. Lê berxwedana ku hat kirin a ku li ser xeta Sara, Zîlan û Berîtan hat asta ku navê jinên êzidî belavî cîhanê bibe. Bû bersiva fermanê. A ku pêşiya fermanê girtiye jinên êzidî bû.”
Zilm li jinan tê kirin
Cîhan Celo, da zanîn ku niha jî jinên êzidî bi tundiyê re rûbirû dimînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Niha jî zilm li jinan tê kirin. Li Şengalê tundiya li hember jinê ne tenê fîzîkî ye. Zextek nefsî ser heye, di aliyê aborî de jin bi tundiyê re rûbirû dimînin. Her cure tundî li Şengalê li hemberî jinan tê bikaranîn. Di nav malbat û civakê de êriş heye û her wiha li derve jî êrişê li jinan dikin. Ligel vê jî jin li ber xwe didin. Li ser fikr û felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin dikin têdikoşin. Ev jin rewşa borî êdî qebûl nakin. Desthilatdariya ku berê li ser jinan hebû, desthilatdariya civak û derdorê heyî êdî ji hêla jinan ve nayê qebûlkirin."
Hêza leşkerî ya jinan
Cîhan Celo diyar kir ku bandora rêxistinên jinan girîng e û got: "Rêxistinên me yên jin niha li Şengalê hatine avakirin. Jin, di bin sîwana Meclîsa Jinan û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî de tên pêşwazîkirin. Her wiha ne tenê kurd, ereb jî di bin vê sîwaneyê de cih digirin. Hêzeke leşkerî hatiye avakirin, di dîroka civaka êzidî de nû ye. Em dikarin bêjin pêşketina jinan a li Şengalê xwe bi rêxistinkirina li ser fikr û felsefeye Rêber Apo ye."
Jin nikarin xwe bigihînin rêxistinan
Cîhan Celo, daxuyand ku hin jin hene ku nikarin xwe bighînin rêxistinan û xwe bi rêxistin bikin. Cîhan Celo wiha bal kişand ser sedemên negihiştina jinan: "Ev jin hinek rewşên wan ên malbatî hene û malbat nahêlin. Ji ber destavêtina dijmin gelek jin nikarin bên. Ev jin piranî li wargehan dijîn. Ev mirovên ku destê wan di fermana 2014’an de heyî, niha jî ew jinên ku hatine dîlgirtin wan jinan bi kar tînin. Ev jin bi tundî û destdirêjiyê re rûbirû dimînin. Jinên ku niha di nav têkoşîna Şengalê de cih digirin jî gelek caran ji aliyê dijmin ve tên tehdîtkirin."
Jinên êzidî ne qels in
Cîhan Celo, destnîşan kir ku di dîrokê de jinên êzidî ne qels in û bi qehremanî û berxwedana xwe tên nasîn û wiha nêrînên xwe parve kir: "Ji ber vê yekê tu carî li hemberî siyaseta zilm û zordariyê serî danaynîn. Em dikarin bêjin ku jinên êzidî gihaştiye astek zanebûnê. Di aliyê perwerdeyê, fikr û rêxistinê de xwe pêş xistiye. Jixwe hin jin hene ku hêj bindest in û rastiyek wisa heye. Di tevahiya cîhanê de jî tiştekî wisa heye. Li Şengalê jî jin ji mêran lêdanê dixwin û zextên civakê jî heye ku jiyana berê li jinan tên ferzkirin. Jin li dijî vê yekê jî di nav Tevgera Azadiya Jinên Êzidî de li ber xwe didin. Li gundan meclîsên me hene. Di hemû gundan de mirovên bi rêxistin hene. Bi her awayî dikarin xwe bighînin, pirsgirêkên xwe bêjin. Lijneyên silhê di meclîs û TAJÊ de hene ku kar û xebat didin meşandin."
Têkoşîna xweser
Cîhan Celo, da zanîn ku cudabûna têkoşîna jinan heye û wiha mînak da: "Cudabûna têkoşîna Tevgera Azadiya Jinên Êzidî heye. Hem li dijî dijmin têdikoşe, hem li hemberî kevneşopiya paşverû ya civakî û hem jî li dijî serdestiya malbatê têdikoşe. Her kes dibîne ku jinên ku di nav TAJÊ de cih digire, an jî di nav Rêveberiya Xweser de cih digire cudabûneke wê heye. Di nav malê de bi hevjînê xwe re, bi malbata xwe re di hêla fikr û ramanê de danûstandinê dike. Rastiyek heye, beriya 2014’an rewş ne wisa bû. Beriya fikr û ramanê Rêber Apo rewş ne wisa bû, ew yek rastiyek e."
Rêbertî azad bibe jin jî azad dibe
Cîhan Celo, wiha bal kişand ser fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan: "Divê her jinek rastiya xwe bizane û xwedî li heqîqeta xwe derkeve. Di serî de jî divê jin xwedî li fikr û felsefeya Rêber Apo derkeve. Doza azadiya Rêber Apo bike û xwedî li serokatiyê derbikeve. Heke rêbertî azad bibe dê jin jî azad bibe û berxwedan dê bigihêje astek din. Di dîrokê de em dibînin ku serokek û tevgerek xwedî li jinan derneketiye, ji bilî Rêber Apo. Rêxistina ku Rêber Apo ava kir û fikrê ku Rêber Apo li pêş xist 50 sal in didome.”
Çareseriya pirsgirêkan rêxistinbûn e
Cîhan Celo, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Armanca xebatên me yên esasî xwedîderketina li jinê ye. Meclîsên me hene û serdana malbatan dikin. Rewşa malbatan dipirsin. Her wiha em rastiya civaka xwe dizanin. Her çend civak bi zextên dijmin re rûbirû dimînin jî zextê li jinan dikin. Meclîs û saziyên me rê nîşanî jinan dikin ku parastina xwe bikin. Gelek jinên ku derfetên wan hebin di nav xebatên me de cih digirin û yên ku derfetên wan tunebin jî tevlî kursên me û atoleyeyên me dibin. Her wiha ji ber ku gelek jin hene ku xwendin û nivîsandina wan nîne û em bi rêya deng û sînevîzyonan perwerdeyan pêk tînin, rê û rêbazan nîşanî wan jinan didin. Yekane rêya çareseriya pirsgirêkan birêxistinkirina di bin sîwaneya TAJÊ de ye. Her wiha em bang li jinên ku di wargehan de dijîn dikin ku bila vegerin ser axa xwe. Li ser axa xwe li ber xwe bidin û têbikoşin. Em dikarin li vir li dijî fermanan derkevin."
JINNEWS/ŞENGAL