Komplo li dijî paradîgmaya Rêbertî ye
Şemî 31 Çile 2026 - 03:42

Endama Koordînasyona TAJÊ Riham hico diyar kir ku şerê niha li Rojavayê Kurdistanê tê meşandin li dijî pergala neteweya demokratîk û xwişkîtî-biratiya gelan e û got:“Ji êrîşên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bigre heta yên li ser Rojavayê Kurdistanê her tişt di nava çend rojan de qewimî. Bi civîna ku li Parîsê çêbû biryar hat girtin ku Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn bikin. Diyar e ku hewl didin vê jî ji Sûriyeyê bi destên çeteyên HTŞ bikin. Bi van planên li ser Rojava a yekem ew e ku hewl didin gelê Kurd di qirkirinê re derbas bikin ya din jî dixwazin paradîgmaya Rêber Apo ji holê rabikin. Kî paraznameyên Rêber Apo xwendibe dizane di paradîgmaya Rêber Apo de biratiya gelan, wekheviya gelan, azadiya jinan bingeha esas e.”
Riham Hico destnîşan kir ku şerê tê meşandin li hemberî jiyana bi hev re ya gelan helwest û êrîşeke taybet e li ser Şoreşa Rojava ye û got:“Dixwazin bidin xuyakirin ku Ereb û Kurd nikarin bi hev re bijîn. Gel nikare bi gelekî din re bijî, dostaniyê bike. Ev xeteriyeke pir mezin e û niha li ser heremê tê meşandin. Ev planê Emerîkayê û dewletên kapîtalîst e. Dixwaze perçe bikin û bi rê ve bibin. Ev jî civakê perçe perçe dike. Mînak di civakek de dema yek yekî dikuje sed sal derbas bibe jî heyfa xwe ji hev digrin. Niha dixwazin tiştekî wisa çêbikin di nava Kurd û Ereban de. Dixwazin her dem xwînê birjînin. Naxwazin aştî li heremê çebibe.”
Rizgarî bihevrebûna gelan e
Riham Hico bal kişand ser axaftina Rêber Apo ya ku dibêje ‘Rojava xeta min a sor e’ û diyar kir ku kedek bi salan a Rêber Apo li Rojavayê Kurdistanê heye û got:“Rêber Apo di hemû hevdîtinên xwe de got ‘Rojava xeta min a sor e.’ Ji bo vê jî Rêber Apo her dem ji bo tifaqa gelan û jiyana azad xebitiye. Rêber Apo nehişt çanda Kurdan were înkarkirin. Ji bo ev hebûn were mîsogerkirin jî her dem di nava tekoşînek bêhempa de bû. Ev nêzî salek e li ser vî kar dikirin ji bo ku pêvajoya aştî û civaka demokratîk vala derbixin.” Riham Hico destnîşan kir ku şerê taybet pir zêde li ser Rojavayê Kurdistanê tê meşandin û got:“Niha li çeperan şer diqewime, berxwedanek mezin li Rojava tê meşandin di nav de Ereb jî hene. Gelek kesên berxwedêr jî hene. Hewce ye em destkeftiyên bi salan ên vê şoreşê ava kirine û bi destên me ketine biparêzin. Vî şerê taybe tê ku tê meşandin em vala derbixin. Medyaya Tirk bi Erebistana Siûdî û Qeterê re li hev kiriye. Niha li ber çavên cîhanê li dijî Kurdan dixebitin.” Riham Hico anî ziman ku lazim e her kes li hember şerê ku tê xwestin di navbera gelên herêmê de derbixin baldar be û xilasiya heremê ji van şeran bihevrebûna gelan e û got:“Em ji bang li gelê xwe dikin ku li dijî van kiryarên qirêj û komployan hişyar be. Em şerê gelan nekin. Niha hinek kesên ku di nava DAIŞ ê de ne derdixin pêş. Dixwazin bi vê yekê di navbera gelan de şer derbixin. Ji ber wê yekê divê em baldar bin li çanda xwe ya têkoşînê xwedî derbikevin.”
NÛJINHA/FARAŞÎN MERWAN








