Gef li civaka Êzidî tê xwarin
Çarşem 24 Îlon 2025 - 16:30
- Endama Dîplomasiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Suham Şengalî da zanîn ku xeteriyên pir mezin li ser civakî Êzidî hene û PDK’ê bi Hevpeymana 9’ê Cotmehê gefê li civaka Êzidî dixwe.
Di demên dawî de li Şengalê zêdekirina hêzên artêşa Iraqê, biryara derheqê vegera koçberan a Wezareta Koç û Koçberan û ji bo bicîhanîna Hevpeymana 9’ê Cotmehê gefên ji aliyê PDK’ê ve tên kirin, di nava civaka Êzidî de dibin sedema fikar û nerazîbûnan.
Endama Dîplomasiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Suham Şengalî derbarê geşadanên dawî yên li herêm û li Şengalê diqewimin de axivî.
Suham Şengalî di destpêka axaftina xwe de girîngiya pêvajoya bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin bibîr xist û wiha got: “Bi giştî Rojhilata Navîn, cihan di qonaxek gelek dîrokî û girîng re derbas dibe. Bi taybetî jî li Kurdistanê nêzî salekê ye bi pêşengiya Rêber Apo pêvajoyek hatiye destpêkirin. Ev pêvajoya girîng û dîrokî herî zêde Şengalê eleqedar dike. Civaka Êzidî piştî fermanê bi sedhezaran ji cih û warê xwe koçber bûn. Heta îro jî gelek kes hê venegeriyane ango bi hezaran hê jî koçber in. Ji ber vê li ser civaka Êzidî û Şengalê planên qirêj, plana êrîşkirinê heye.”
Suham Şengalî diyar kir ku di demên dawî de ji aliyê hinek kesan ve li ser civaka Êzidî gef tê xwarin û wiha pê de çû: “Herî dawî serokwezîrê dema borî ya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di axaftinên xwe de pir aşkera gef li Şengalê xwar. Bi taybetî li ser mijara bicîhanîna Hevpeymana 9’ê Cotmehê ku di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de hat îmzekirin. Bi vê hevpeymanê Hikûmeta Iraqê xwest piştgiriya dewletên derve jî bigre. Dewletên ku fermana 74’an weke jenosîd nas dikirin jî di nav de, gelek dewletan ji bo Şengalê weke çareserî Hevpeymana 9’ê Cotmehê pejirandin. Ruxmê ev hevpeyman ne bi îradeya civaka Êzidî bû. Ji roja ev hevpeyman hat îmzekirin heta roja me îro di serî de jin û ciwan, hemû civaka Êzidî li beramberî vê hevpeymanê derket. Ji ber xeteriyên vê hevpeymanê bi qasî xeteriyên Fermana Tebaxa 2014’an mezin bûn, civaka Êzidî ev hevpeyman weke fermanek qanûnî pênase kir.”
Suham Şengalî destnîşan kir ku bi vê hevpeymanê dixwazin Şengalê veguherînin beriya fermanê û wiha got: “Wek ku tiştek li vir neqewimî be, xiyanet li vê civakê nehatibe kirin, dixwazin careke din Şengal bikeve bin serweriya hêzên wek PDK’ê û Hikûmeta Iraqê. Bêguman civaka Êzidî vê yekê qebûl nake. Di vê pêvajoya ewqas girîng de ku carna nûnerên Herêma Kurdistanê daxuyaniyên piştgiriya vê pêvajoyê didin û banga yekitiya Kurdan dikin, ji aliyekî ve jî planên xeter li ser civaka Êzidî bi pêş dixin. Divê ne tenê civaka Êzidî hemû civakên Kurdistanê bizanibin ku heta planên wisa li ser civaka Êzidî, li ser Şengalê hebin tu kes nikare behsa nêzikatiyek dirust a vê pêvajoyê bike. Ev hevpeyman bi tu awayî îradeya civaka Êzidî nas nake. Êdî civaka Êzîdî hişyar bûye û wê bi bi planan neyên xapandin.”
NÛJINHA/ŞENGAL/CÎHAN ZEMO