3 drone hatin xistin
Pêncşem 21 Mijdar 2024 - 03:00
Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de yên li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 3 drone hatin xistin, 2 mobesse û 3 teqemenî hatin tinekirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê daxuyaniyek da û wiha got.
Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê
17'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin ku hewl didan têlên bi sitirî li dora qadê birêsin. Piştî çalakiyê liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.
17'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê 2 droneyên dagirkeran bi çekên ferdî hatin xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
18'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar droneyeke dagirkeran bi çekên ferdî hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
18'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê kamerayeke mobesse ya dagirkeran bi sekvaniyê hate tinekirin.
18'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 3 teqemenî û kamerayeke mobesse ya dagirkeran ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatin tinekirin.
Li Herêma Xakurkê
18'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Girê Mesken bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
Sûcên şer ên artêşa Tirk
17 û 18'ê Mijdarê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
17, 18, 19 û 20'ê Mijdarê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Girê Qele, Berbizinê, Lolan, Girê Şehîd Hawar, Kendekola, Sinînê 10, li Herêma Garê qadên Girê Kun, Deşta Kafya, Girê Sîser, Zêvkê, Dêreşê, Deşta Nehlê, Ergenê 12, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê Bahar 3 caran; bi giştî 25 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
17 û 19'ê Mijdarê li Herêma Xakurkê Qada Berxwedanê ya Sinînê 2 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 17 caran; bi giştî 19 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin."
BEHDÎNAN