Aram bi pirtûkên xwe li Qamişlo bû

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 18 Mijdar 2024 - 00:56

Di pêşangeha pirtûkên Weşanxaneya Aramê ya li Qamişloyê de 2 hezar û 700 pirtûkên bi kurdî û tirkî hatin nîşandan.

Weşanxaneya Aram, 2 hezar û 700 pirtûkên bi zimanê kurdî (zaravayên kurmancî) û tirkî ku ji mijarên dîrokî, zanistî, wêjeyî, felsefî, mîzahî û hwd pêk tên, li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li Qamişloyê da nîşandan.

Pêşangeha pirtûkan ji aliyê mamoste, şanoger, rewşenbîr, xwendevan û gelek kesan ve hate ziyaretkirin. Beriya hefteyekê Navenda Têkiliyan a Weşanxaneya Aramê li ser rêya Metar a Qamişloyê hatibû vekirin.

Pêşangeha pirtûkan her roj di navbera saet 10.00’ û18.00’an vekirî ma.

Pêşangeh duh bi dawî bû.

QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.