Em azadiya Rêber Ocalan dixwazin

Sêşem 19 Mijdar 2024 - 02:40

Şêniyên ji Amûdê dan zanîn ku ew azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwazin û gotin:” "Pirsgirêk û azadiya me bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tê çareserkirin."

Şêniyên ji bajarê Amûdê yê kantona Cizîrê têkildarî azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivîn. 

Mistefa El Omerî anî ziman ku gelê Kurd û yê Kurdistanê heta Rêberê xwe di nav xwe de bibînin dê li ber xwe bidin.

Selman Şêxê jî diyar kir ku hevdîtina Omer Ocalan a bi Rêber Abdullah Ocalan re encama berxwedana mezin e û ev li gotinên xwe zêde kir "Divê em têkoşînê bidomînin. Em azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dixwazin."

Mihemed Ehmed jî got: "Pirsgirêk û azadiya me bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tê çareserkirin."

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.