Êdî dema azadiyê ye!
Pêncşem 21 Mijdar 2024 - 03:15
- Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît çalakiyên li Koln û Elîhê silav kir û got: Em di dema azadiyê de ne. Divê em nekevin nava helwesteke ji vê paşvetir.
Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît di bernameya taybet a televîzyona Medya Haberê de axivî û li ser mijarên heyî nirxandin kir. Hêlîn Umît çalakiya ji bo azadiya Rêber Apo ya li Kolnê û mîtînga li dijî desteserkirina vîn û tecrîdê ya li Êlîhê hatin lidarxistin silav kir û got:“Ger em têbikoşin, em ê karibin pergala qirkirina Îmraliyê parçe bikin. Em di dema azadiyê de ne. Divê em nekevin nava helwesteke ji vê paşvetir." Hêlîn Umît destnîşan kir ku divê pêngava azadiyê li ser bingeha azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi çalakiyên dewlemendtir bidome û got:’’Divê li Tirkiyeyê jî înîsiyatîfa azadiyê pêş bikeve. Li ser vê bingehê ez bang li rewşenbîrên Tirk û welatparêzên Tirk dikim. Ez bang li raya giştî ya demokratîk a Tirkiyeyê dikim. Piştî 43 mehan hevdîtinek pêk hat. Helbet ev hevdîtin hem ji aliyê gelê me û hem jî ji aliyê pêkhateyên partiya me ve bi coş hat pêşwazîkirin. Di esasî de netewe dewleta Tirk ji ber du sedemên sereke yên ku em tê de ne, mecbûr ma ku hevdîtineke wiha pêk were. Û vê yekê jî bi Devlet Bahçelî yê nîjadperestê tundrew dan gotin. Faktora vê ya sereke berxwedana bi heybet a Rêber Apo ye. Rêber Apo xwedî îrade û helwesteke bêhempa ye. Ya duyemîn, helbet faktoreke din a ku rê dide me ku em Rêberekî bi vî rengî bibihîzin û hevdîtinê bikin ew helwest, berxwedan û têkoşîna gelê Kurd e. Kurdên ku hebûna xwe hîs dike û dibêje ez bi rûmet im, ji bo Rêber Apo çi ji destê wan hatiye kirin û dikin jî. Li gorî min em bi qasî tê xwestin wê pênase nakin û naynin ziman. Çapemeniya azad di vî warî de kêmasiyan dikişîne.
Şerê Taybet tê meşandin
Rêber Apo got, "tecrîd" dewam dike. Peyama ku dide raya giştî li ser vê bingehê ye. Nûnerê dewleta Tirk Bahçelî nêzîkatiya "ger em bixwazin wê hevdîtin çêbibe, em nexwazin tiştek nabe" nîşan dide. Ev jî rêbazeke şerê taybet e. Bila nebêjin ku haya Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurd PKK’ê tine ye. Lê me dît ku ger em têbikoşin, em paşve gav neavêjin, em ê karibin pergala qirkirina Îmraliyê parçe bikin. Dema wê hatiye. Em di dema azadiyê de ne. Divê em nekevin nava helwesteke ji vê paşvetir. Di serî de Bakurê Kurdistanê divê li her qadê bi rê û rêbazên dewlemend pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê meşandin.
Çalakiya Kolnê bi heybet bû
Li Kolnê bi beşdariya gelê me yê ji çar parçeyên Kurdistanê îradeyek hat nîşandan. Çalakiyên li Kurdistanê bêtir xwedî taybetmendiyên herêmî ne. Lê qada ku hinekî helwesteke neteweyî temsîl dike qada Ewropayê ye. Girseya me ya li Ewropayê, ji gelê me yê Başûr, Rojava, Rojhilatê û Bakurê Kurdistanê pêk tê. rastiya me ya gel mîna nîşandana vîna neteweyî ye. Di vî warî de, bi rastî jî li Kolnê hevdîtinek bi heybet derket holê. Piştî hevdîtina Rêbertiyê çalakiyek bi vî rengî gelekî watedar e. Li wir xwedî li silava Rêber Apo hat derketin û piştgiriyeke mezin dan hevdîtina Rêbertiyê. Rastiyek wisa heye. Bi vî awayî ez hemû kesên beşdar bûne silav dikim û pîroz dikim. Çalakiyek serketî bû. Lê pêwîst e ev çalakî bê navber bidomin.
Êriş hebin xweparastin jî heye
Çalakiya hevrê Asya û Rojger ne çalakiyeke wisa ku qal bê kirin û bê derbaskirin e. Bala xwe bidin, dewleta Tirk ji xwe behitî, şaş ma. Lê em jî ji şaşbûna wan re şaş dibin. Ev şer e, şer dewam dike. Eger TUSAŞ’ê êrîşên xwe yên li ser me bidomîne, wê êrîşên nû jî bên kirin. Çima ewqas şaş dimînin ji vê re? Êrîşên şerê taybet, qetilkirin, kuştinên sivîlan, gelek tişt hene. Li Rojava çiqas sivîl qetil kir, qetil dike, li Başur çiqas sivîl qetil kir, qetil dike. Heta ku dewleta Tirk êrîşên xwe yên dagirkeriyê nerawestîne, îradeya gelê Kurd qebûl neke, dev ji pergala qirkirina Îmraliyê bernede wê têkoşîn berdewam bike. Bila her kes vê bizanibe, bila kes nemîne şaş.
Em partiya Rêber APO ne
Pergala şerê taybet a Tirk a li hemberî me dixwaze serweriya xwe ava bike. Nîqaşan pir provokatîf dimeşîne. Mînak daxuyaniyên Bahçelî pir provokatîf in. Behsa dîrok û felsefeya Tirkiyeyê, rêgezên avabûna MHP’ê, rêgezên Tirkîtiyê û Ziya Gokalp dike. Lê dema vê yekê dike rastî û derewê têkelî hev dike. Tu dibêjî va ye rastiyê dibêje, tu hew dibînî jehrek xistiye nava wê rastiyê. Ya duyemîn, li ser PKK’yê êrîş şerê taybet heye. Di demên dawî de kesên ji îstîxbaratê derdixînin ser weşanên televîzyonê. Dibêjin PKK wê dewletekê ava bike, filan û bêvan. Paradîgmaya me li ser esasê parastinên Rêbertî li Îmraliyê pêşxistine diguhere. Rêber Apo çi gotibû em bi bîr bînin: “Hûn bi ava zêran jî bişon, dewlet mekanîzmaya koletiyê ye; bi dewletê azadî nabe, ev dijî prensîba min e û ez vê yekê red dikim.” Em partiya Rêber Apo ne, PKK partiya Rêber Apo ye. Tê gotin, Rêbertî tiştek destnîşan kiriye, PKK'ê qebûl nekiriye. Gelê me zane ji xwe, lê belê ji bo raya giştî, ji bo dostan û yên ku me nas nakin dibêjim. Tiştekî ku ji PKK'ê re hatiye nîne. Em Îmraliyê baş bişopînin, Rêber Apo baş bişopînin. Têkoşîna li dijî tecrîda li Îmraliyê bilind bikin. Li her qadê em bidin pey heqîqetê. Ji ber vê yekê divê bala mirovan bi giranî li ser polîtîkayên şerê taybet ên li dijî civakê, pirsgirêkên aboriyê, krîza civakî, fûhûş, narkotîk û qumarxaneyan be. Ev yek bêrûmetî ye. Di felsefeya me de hunera azadiyê heye. Ev jî ji aliyê gelan ve tê kirin, di nava rêxistiniya xwe de pêk tînin. Li ser vê bingehê civaka Kurdistanê divê rêxistiniya xwe xurt bike, bandorê li civaka Tirkiyeyê bike, agahiyê bide civaka Tirkiyeyê. Mînak her welatparêzekî Kurd divê teqez xwedî dostekî Tirk be. Bi rastî jî mirov gelekî bi jehra şovenîzmê ketine, mirovên nezan gelek in. Li ser vê bingehê eger nêzîkatî bê nîşandan, bi hêzên demokrasiyê de li ser vê bingehê rêxistiniya pêwîst, çalakiyên pêwîst bêne kirin, dema bê em ê hîn bêhtir karibin pêşî li êrîşan bigirin.
NAVENDA NÛÇEYAN