Demokrasî nebe entegrasyon jî nabe
Çarşem 3 Kanûn 2025 - 03:48

Danûstandinên di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hikûmeta Demkî ya Şamê de ku li ser Peymana 10'ê Adarê disekinin, hîn jî ne diyar in. Piştî hevdîtina li Washingtonê di navbera Serokê DYA'yê Donald Trump û Serokê Hikûmeta Demkî Ahmed el-Şara de, pêşketin ji bo entegrekirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di nav artêşa Sûriyeyê de û "peymaneke ewlehiyê" bi Îsraîlê re hat ragihandin. Di heman demê de, bi zêdebûna êrişên li ser nifûsa Elewî û Durzî li ser erdê, nîqaş derketin holê ku hikûmeta Şamê ji bo DAIŞ'ê cih vedike. Bi van pêşketinan, endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD’ê Salih Muslim, li ser pêvajoya danûstandinê ya rawestiyayî, rola Tirkiyeyê û rewşa siyasî ya nû ya li herêmê axivî. Muslim destnîşan kir ku berî ku Şara biçe Washingtonê, bi Rêveberiya Xweser re hevdîtin hatine kirin û da zanîn ku ji bo bicîhanîna Peymana 10'ê Adarê komîte hatine avakirin. Muslim bilêv kir ku pêvajoya piştre pêş neketiye û got:"Me li ser çend tiştan li hev kir. Xuyaye, xwestiye nîşan bide ku nermbûn çêbûye û çûye Emerîkayê ku bêje, 'Binêre, em bi Rêveberiya Xweser re dicivin û pirsgirêkan çareser dikin.' Bi rastî, Emerîka jî dixwaze ku pirsgirêk werin çareserkirin û planeke wan heye."
Helwesta dewleta Tirk
Muslim destnîşan kir ku Tirkiye bi berdewamî tekezî li ser pêkanîna Peymana 10'ê Adarê kiriye lê li pişt perdê polîtîkayeke beramber nameşîne û got:"Ew bi awayekî nepenî tevdigere. Di navbera Tirkiye û rêveberiya Şamê de têkilî hene û Şam di bin bandora Tirkiyeyê de ye. Her tiştê ku Tirkiye dixwaze dike. Komên girêdayî Tirkiyeyê carinan êrişan li ser sînorên Rêveberiya Xweser dikin. Dixwazin li Dêra Zorê, Şêx Meqsûd û Eşrefiyê şer derxînin. Heta roja îro jî ew wekî komek mane û ji Tirkiyeyê piştgiriyê distînin. Wisa xuya dike ku Tirkiye gavên cuda diavêje û hewl dide astengiyan çêbike." Muslim diyar kir ku hin komên di nav Tirkiyeyê de pirsgirêkên li Sûriyeyê ji bo berjewendiya xwe bi kar tînin û got:"Ew dixwazin li Bakur aloziyê biafirînin û pêvajoyê têk bibin. Di nav Tirkiyeyê de kesên ku naxwazin pêvajo bimeşe hene. Bi qasî ku em dibînin, pêvajo niha ji hêla kesan ve tê rêvebirin. Yek Şara ye, ya din Şeybanî ye. Têkiliyên wan ên derve hene, ji ber vê yekê ew bi rastî çareseriyekê naxwazin." Muslim îşaret bi pêwîstiya vekirina sînorên bi Tirkiyeyê re kir û got:"Ev daxwaza Rêveberiya Xweser e. Ji ber ku em bi hev re dijîn, em her tiştî parve dikin. Divê Peymana 10'ê Adarê bi Tirkiyeyê yan jî Başûr re li herêma Rêveberiya Rojavayê were xebitandin. Hikûmeta Sûriyeyê heta niha daxwazeke wisa nekiriye. Em jî dixwazin li hev bikin. Em dixwazin welatiyên me karibin bi azadî werin û biçin."
Ji bo paşeroja Sûriyeyê ne baş e
Muslim, li ser êrişên dawî yên ku hikûmeta Şamê yên li dijî Elewî û Durzîyan destpê kirine, got:"Peymana 10'ê Adarê ji bo hemû Sûriyeyê bû. Bendên 1 û 2 ji bo hemû komên etnîkî yên li Sûriyeyê bûn. Durzî û Elewî hene. Ew peyman di dema komkujiya Elewiyan de hat çêkirin. Ev peyman ji bo rawestandina komkujiya Elewiyan hat çêkirin. Wisa xuya dike ku nêrînên hikûmetê bi vê yekê re li hev nekirine. Ew dixwaze li her kesî hukum bike û kes dengê xwe dernexe. Elewî neçar in ku xwe biparêzin. Lê hikûmet dibêje, 'Divê her kes Misilman be. Durzî ne Misilman in, dibêjin Elewiyan ola xwe terk kiriye.' Ji ber vê yekê berteka heyî ya li dijî hikûmetê çêdibe. Hikûmet dixwaze dijminatiyê bidomîne, di nav de li ser pirsgirêka Kurd jî. Ev ji bo pêşeroja Sûriyeyê ne baş e."
Hevdîtina bi Rêber APO re
Muslim behsa serdana komîsyona meclisê bi Rêber APO re jî kir û wiha got:"Wan dixwest Rêberê Gelê Kurd derkeve û bêje, 'Em hemû Sûriyeyê, hemû Kurdan feda dikin.' Lê Rêberê Gelê Kurd careke din îspat kir. Ew ê nebêje, 'Gelê Rojava wê teslîmî cîhadîstan bibe.' Bêyî pergaleke demokratîk, li Sûriyeyê entegrasyon çênabe.' Avakirina pergaleke demokratîk wê bandorê li Tirkiyeyê jî bike. Ew dibêje, 'Li her cihê entegrasyon hebe, divê di nav demokrasiyê de be.' Em jî demokrasiyê diparêzin, lê eger hişê me demokratîk nebe, wê demê entegrasyon dijwar e. Em dixwazin bi hev re demokrasiyê bînin, ji ber ku eger demokrasî were, ew ê ji me re çareseriyek bîne. Gelê Kurd vê pêvajoyê bi rê ve dibe."
MA/MELÎK VAROL













