Dikare pêşengê civaka navneteweyî be

Çarşem 3 Kanûn 2025 - 03:50

Fîlozofê Îtalî Mauro Ceruti piştgirî da Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo û destnîşan kir ku ev bang li qada navneteweyî dikare bibe pêşeng. Fîlozof Ceruti peyamek ji DEM Partî re şand û piştgirî Banga Aştî û Civaka Demokratîk ku di 27'ê Sibatê de hate kirin. Peyama Ceruti bi vî rengî ye:"Ez piştgiriyeke tam didim siyasetmedarên Kurd ku ji bo meşandina pêvajoya aştiyê, diyalog, demokrasî û jiyana bi hev re ya li Tirkiyeyê bi wêrekî û biryardarî hewl didin. Aştî bi têgihiştineke paşeroja hevpar a li ser bingeha berpirsyariyê, naskirina hev û qebûlkirina cihêrengiyê bi rengê dewlemendiya civakê, dikare bê avakirin. Piştgiriyê didim her kesên ku ji bo vê dixebitin.

Li cîhanekê ku ber bi neteweperestî û emperyalîzmeke nû ve diçe, ji ber vê jî her gavê parçe dibe û dibe cihê bêbaweriyê; di atmosfereke welê de ku rîska şerê leşkerî û terorîzmê zêde bûye, diyaloga aştiyê ya navbera Kurdan û hikumeta Tirkiyeyê, gava ku bi vê armancê tê avêtin rêyeke şênber a hêviyê vedike. Mafê diyarkirina çarenûsa xwe ya gelên cuda; di nava çarçoveya dewleteke ji yekîtî û cihêrengiyê, ji hevgirtina pirregnî û serweriya neteweyî û xurtkirina hev, di çarçoveya dewleteke 'ji neteweyan wêdetir', pir netewe û kozmopolît dikare bê parastin. Bi vî rengî mirov dikarin derkevin derveyî sînor û paradîgmaya homojeniya olî û etnîkî yên ku 'pîroz' hatine dîtin. Ev hewldana nû li Rojhilata Navîn dikare bibe mînakeke erênî û di demekê de ku mirovahî bi dibetiyeke hilweşîna xwe bi xwe re rû bi rû ye, ji bo 'başiya hevpar' a erdnîgariyê ku mala me ya hevpar e, bi rastî jî dikare bibe pêşengê civakeke navneteweyî ya ji dewletan."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.