Di salekê de tenê carekê civiyaye

Çarşem 3 Kanûn 2025 - 03:45

Roja 20’ê cotmeha 2024’an hilbijartina dema şeşem a parlementoya Herêma Kurdistanê pêkhat. Piştre di roja 2’ê Kanûna heman salê de yekem civîna parlementoyê, bi amadebûna 87 parlementeran pêkhat. Salek di ser wê civînê re derbas dibe. Lê heta niha desteya serokatiya parlementoyê nehatiye hilbijartin. Ji ber lihevnekirina aliyên siyasî runiştina parlementoyê vekirî maye. Ji bo avakirina hikûmeta nû û çalakbûna parlementoyê, şandeyên PDK’ê û YNK’ê 16 caran lihev civiyane. Lê her du alî negihiştine lihevkirinê.

Ev jî di demekê de ye ji yekem civîna parlementoyê ve parlementerên Herêma Kurdistanê 9 muçe wergirtine. Muçeyê mehane yê her parlementerekî 7 milyon 423 hezar dînare. Ango her yek ji parlementeran 66 milyon û 807 hezar dînar wek muçe wergirtine.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.